ENQERE - Hevdîtina di navbera DEM Partî û MHP’ê de ku 40 deqeyan domiya, bi dawî bû.
Hevdîtina di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) de bi dawî bû. Hevdîtin nêzî 40 deqeyan domiya.
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokwekîlê Meclisê yê MHP’ê Celal Adan û Cîgirê Serokê Giştî Fetî Yildiz de li Meclisê hat lidarxistin, bi dawî bû. Hevdîtin 40 deqeyan dom kir û têkildarî hevdîtinê daxuyanî nehat dayin.