RIHA - Heyeta dadgehê biryara Qeymeqamtiya Pirsûsê ya ku ji bo du parkan destûr neda navên "Mem û Zîn" û helbestvan Saît Kendîrcî da rakirin. Dadgehê biryar da ku navên hatine qebûlkirin li parkan bên kirin.
Meclîsa Şaredariya Pirsûsê di civîna xwe ya 6'ê Tebaxa 2024'an de biryar da ku nav li 2 parkan li navçeyê bike. Di civînê de biryar hat dayîn ku navê 'Mem û Zîn' a berhema Ehmedê Xanî û Saît Kendîrcî ku kesayet û helbestvanekî herêmî yê hêja ye li parkan bike.
Biryara ku bi yekdengî hatibû girtin, ji bo erêkirina Qaymeqamê Navçeyê Adem Balkanlioglu hatibû pêşkeşkirin. Qaymeqam Balkanlioglu navê parkên "Mem û Zîn" û "Helbestvan Saît Kendîrcî" qebûl nekir. Ji bo biryarê tu hincetek nehat nîşandan.
Şaredariya Pîrûsê biryara xwe ya redê bir ber destê Dadgeha Îdarî. Di nirxandina serlêdanê de 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Rihayê peywir û peywirên meclisa şaredariyê bi bîr xist û bal kişand ser vî tiştî ku navên li parkan hatine kirin tu tiştek bêhiqûqî nîne. Dadgeha Îdarî xwest biryara Qaymeqamtiya Pirsûsê ya redkirina navan were rakirin û navên ji aliyê şaredariyê hatine qebûlkirin bên dayîn.