ŞIRNEX - Serbestberdana girtiyê bi navê Haci Haykir ku 31 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bûrdûrê girtî ye bi hinceta negotiye 'ez bêal3i me', serbestberdana wî 8 meh dereng hat xistin. Hevsera wî Şîrîn Haykir xwest ev pêkanînîn bi dawî bibin û hevserê wê serbest bê berdan.
Haci Haykir ê di sala 1994'an de li navçeya Şirnex Cizîrê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erzîromê ve bi cezayê ragirtina heta bi hetayê hat cezakirin, ev 31 sal in li girtîgehên li Ordû, Trabzon, Amed, Mîdyad, Şirnex, Trakya, Erzîrom û Sertê tê ragirtin.
Haykir ê ku saleke li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Bûrdûrê tê girtin, dihat payîn ku di 6 'ê Hezîranê de bê berdan. Lê berdana wî ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdarî ya girtîgehê bi hinceta ku 'bêalî' nîn e, 8 mehan hate taloqkirin.
Hevsera Haykir Şîrîn Haykir, diyar kir ku bi vê biryarê baweriya wan a bi aştiyê şikestiye.
'NE BÊALÎBÛN BÛYE SÛC!'
Heyeta ku li ser taloqkirina berdana Haykir daxwazname da, di daxwaznameya xwe de cih da van gotinan: 'Neragihandina bêalîbûnê di heman demê de li pêşiya berdana wî asteng e. Tu biryareke Desteya Çavdêrî û Îdarî nîne û diyar dike ku mehkûm têkiliya xwe bi rêxistinê re qut kiriye. Tevî ku têkiliya mehkûman bi rêxistinê re qut bûye yan jî qut nebûye, yek ji wan şertan e ku pêşî li berdana bi şert vedike, di warê poşmaniya sûc û hêmanên din de jî ti astengî nîne ku vê yekê weke amûreke nirxandina temamker bi kar bîne. Di tevahiya pêvajoya înfazê de ji bo çalakiyên rêxistinî gelek caran ketiye grevên birçîbûnê, nîşan dide ku ne tenê têkiliya xwe bi rêxistinê re qut kiriye, berevajî van têkiliyan xurt kiriye û mafên xwe di niyeteke baş de bi kar neaniye. Diyar nekirina bêalîbûnê jî vê nêrînê xurt dike. Divê were qebûlkirin ku mehkûm di dema înfaza cezayê xwe de di warê helwest û reftarê de tu pêşketin bi dest nexistine; ku ew poşman nabin ji ber ewê tawana ku rîska zirardana civakê dewam dike."
'ELEQEYA XWE BI HEQ Û HIQÛQÊ NÎN E'
Şîrîn Haykir, bertek nîşanî taloqkirina berdanê da û wiha got: "Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî ye. Serbestberdana wî hema beriya bidawîbûna cezayê wî hat taloqkirin. Bi awayekî neheq û bêhiqûq tê ragirtin. Eger me bizanîbûna bê sûc çi ye, me yê qebûl bikira, lê wî ti sûc nekiriye. Saleke li girtîgeha Bûrdûrê tê ragirtin. Em nikarin biçin serdana wî ji ber ku ew gelekî dûr e. Em gelekî li ber xwe didin. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Dibêjin wê aştiyê pêk bînin, dibêjin mafê mirovan heye; kanê mafên mirovan, kanê aştî? Ev kes ligel ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan. Me got dê serbest were berdan û me amadekariyên xwe kirin... Ya hatiye kirin ti eleqeya xwe bi heqû hiqûqê re nîne."
'BAWERIYA ME YA AŞTIYÊ TÊ ŞIKANDIN'
Şîrîn Haykir da zanîn ku divê girtiyên siyasî di dema herî nêz de werin berdan û got, "Ev pêkanîn baweriya me ya bi aştiyê dişkîne. Em dixwazin aştî bi ser bikeve. Ev ne tenê bi hevserê min re eleqedar e; Em dixwazin her girtî azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe. Bang hate kirin, çek hatin danîn, lê ti gavan navêjin û girtiyan bernadin. Weke her kesî em jî dixwazin bi rengekî biratî bijîn. Eger aştiyê dixwazin divê gavan bavêjin û dawî li van pêkanînan bînin. Ez ji vir bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikim; divê vê pêkanînê qebûl nekin û dengê me bibihîzin."
MA / Zeynep Durgut