WAN - Welatiyên ji bo geştê berê xwe dan Zozanên Alandeştê ku her sal dem bi dem tê qedexekirin, xwestin qedexeyên her sal bi hinceta ewlehiyê tên raginandin bên rakirin.
Zozanên Alandeştê ya bi bilindahiya 2 hezar û 800 metreyan, her sal çûyîna wê tê qedexekirin. Alandeşt a ku bi ser navçeya Şax a Wanê ve ye îsal cara ewil lê seyran hate kirin. Bi sedan welatî, beşdarî seyranê bûn û bi hatina zozanan bextewar bûn. Welatiyên ku piştî derbaskirina rêyên asê xwe gihandin zozanê, li ber def û zurnê û stranên hunermendên herêmî dîlan gerandin. Welatiyên hatin seyranê der barê zozan û pêvajoya nû de axivîn.
Kamîl Kamaç diyar kir ku dixwazin bi serbestî biçin zozanan û wiha axivî: “Divê dawî li van qedexeyan bê û her kes bikaribe vegere gund û zozanên xwe. Ev der bi salan e bi hinceta ‘qada ewlehiyê’ tê qedexekirin. Ez dixwazim pêvajoya nû veguhere aştiyeke mayînde.”
‘BILA QEDEXEYÊN LI SER ZOZANAN BÊN RAKIRIN’
Gurgîn Kamaç jî diyar kir ku ji ber hinceta ewlehiyê nikarin biçin gund û zozanên xwe û ev tişt anî ziman: "Ger ne ji ber qedexeyan bûya me koçî bajaran nedikir û dê me sewalkarî bikira. Ger em li gundên xwe bûna, niha pirsgirêka sewalkariyê çênedibû. Tenê xwestekek me heye ku berê gavekî ev pêvajo bi encam be û qedexeya li ser zozanan rabe.”
Hamîd Saribûlak jî xwest qedexeyên li ser gund û zozanan rabin û wiha got: "Berê em li gundên xwe bextewar bûn. Piştre dewletê gundê me vala kir û qedexe kir. Êdî em dixwazin vegerin gund û zozanên xwe. Em dixwazin ku pêvajoya nû bi aştiyê bi encam bibe. Bi aştiyê re dê kesên bi darê zorê hatine koçberkirin jî bikarin vegerin ser axa xwe.”
JI BO HER KESÎ AŞTÎ
Têkildarî mijarê Harya Karakaya jî desnîşan kir ku divê pêvajoya nû bi aştiyê bi encam bibe û got: “Em xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin. Gava yekemîn a ji bo aştiyê divê berdana girtiyên siyasî û yên nexweş be. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin.”