* Perîşan Ozlu ku hevjînê wê di îşkenceyên giran ên dewletê û kur û keçeke wê jî di şer de jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku tevî ewqas êş û zilmê jî ew aştiyê dixwazin û ew bi Abdullah Ocalan re ne.
* Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku pêşnûmepirsên têkildarî talankirina xwezaya herêma Botanê ji hêla Meclisê ve yan bêbersiv tên hiştin an jî tên redkirin û got: “Li dijî xwezaya Botanê şer dane destpêkirin.”
* Li gundê Ewrekê yê Elkê demsala Biharê hêj nû dest pê dike. Gund, bi hewayê hênik, bi avên xwe yên zelal û bi xwezaya xwe geştiyaran mest dike.
* Welatiyên Amedê xwedî li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan derketin û gotin: “Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad be û Meclis gavan biavêje.”
* Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku îktîdar tehliyekirina girtiyên nexweş weke amûrekî şantajê bi kar tîne û got: "Li Tirkiyeyê dewlet biryarê dide ka dê kî bijî kî bimire. Canê mirovan di destê dewletê de veguheriye amûra bazariyê."
* Gundê Wergernima yê Gever a Colemêrgê ji sala 2016'an heta niha ji bo hatin û çûnan hatiye bisînorkirin. Dora gund bi quleyên leşkerî û dîwarên sînor hatiye dorpêçkirin. Mayinên li gund diteqin, toza ji ber rêyên xerab derdikeve û kaniyên ji ber dîwarên sînor ên welatî nikarin xwe bigehînin wan, roj bi roj jiyana welatiyan zehmettir dike.
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê têkildarî girtiyên nexweş li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bide. (13.00)