AMED - 7’emîn Rojên Ma Musicê di navbera 12-15’ê Hezîranê de ji bo bîranîna hunermend Nesrîn Şêrwan tê lidarxistin.
7'emîn Rojên Ma Musicê li Amedê dest pê dikin. Çalakiyên ku dê ji hêla Akademiya Ma Musicê ve bên lidarxistin, ji 12’ê Hezîranê ve dest pê dikin û dê heta 15’ê Hezîranê bidomin. Çalakiyên îsal dê ji bo bîranîna hunermend Nesrîn Şêrwan bên lidarxistin.
HER SAL JI BO BÎRANÎNA HUNERMENDEKÎ/Ê TÊN LIDARXISTIN
Ji mamosteyên Ma Musicê Evîn Tîryakî da zanîn ku her sal çalakiyan diyarî hunermendekî/ê dikin û got: “Deng û navên hinek hunermendan di nava vê pergalê de hatine windakirin. Em jî ji bo ev deng û nav dîsa xuya bikin her sal van çalakiyan diyarî hunermendekî/ê dikin. Ev nêzî 8 sal in em li dijî pişaftina li zarokên Kurd tê ferzkirin dixebitîn. Niha li Amedê şaxên me hene. Li bajarên din jî em dixwazin xwe saz bikin û xwe bigihînin bêhtir zarokan. Dema malbat zarokên xwe tînin gelek keyfxweş dibin. Ji ber ku bi zimanê perwerdeya muzîkê dibin. Hin xwendekar dema ji ewil hatin yek peyva bi Kurdî nedizanîn lê di nava 1-2 salan de Kurdî hîn dibin û diaxivin.”
DÊ ZAROK DERKEVIN SER DIKÊ
Evîn Tîryakî, bal kişand ser girîngiya çalakiyên li dar dixin û wiha pê de çû: “Li Amedê polîtîkayeke pişaftinê ya pir qirêjî tê meşandin. Bi taybet jî bandoreke mezin li zarokan dike. Zarok bi zimanê xwe yê dayikê naaxivin. Malbat bila li dijî vê rewşê zarokên xwe bînin akademiyê.”
Evîn Tîryakî, da zanîn ku di hemû çalakiyên 4 rojan de zarok dê derkevin ser dikê û ji bo xelkê bajar got: “Tevî zarokên xwe tev li Rojên Ma Musicê bibin.”
ÇALAKÎ
* 12’ê Hezîranê
Çalakî: Dîwana xwendekarên Ma Musicê, sterjen, sentûr, piyano û keman
Cih: Ma Music
Saat: 19.00
* 13’ê Hezîranê
Çalakî: Dîwana xwendekarên Ma Musicê
Cih: Navenda Kongreyê ya Çand Amedê
Saet: 19.00
* 14’ê Hezîranê
Çalakî: Dîwana zarokan a Ma Musicê (Zarokên 0-5 salî)
Cih: Zarok Ma
Saet: 19.00
15’ê Hezîranê
* Çalakî: Orkestraya Rîtmên Xwezayî, koroya zarokan a Ma Musicê û Koma Ma
Cih: Meydana Bajar
Saet: 19.00