NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney têkildarî êrişên Îsraîlê got: “Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir.”
Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney, têkildarî êrişa Îsraîlê daye destpêkirin daxuyanî da. Hamaney, got: “Îsraîl tije xerabî ye, destê xwe yê bixwîn ji bo sûcên li dijî Îranê bi kar tîne. Îsraîlê, ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Îranê Tuggeneral Ebulfazl Şîkarçî jî got ku ew ê bersiveke tund bidin Îsraîlê. Şîkarçî, ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got: “Îsraîlê bi alîkariya DYA’yê ev êrişên li dijî Îranê kir. Dê bedelekî giran bide. Bila li benda bersiva tund a hêzên artêşa Îranê bin.”