NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê de roleke wan tune ye.
Piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê daye destpêkirin, li pey hev daxuyanî tên dayin. Qesra Spî ragihand ku Serokê DYA’yê Donald Trump banga civîna lezgîn lki Konseya Ewlekariya Neteweyî kiriye. Trump, di daxuyaniya xwe ya di roja pêncşemê de gotibû; “Dibe ku Îsraîl êrişî Îranê bike.”
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio jî îdia kir ku tu eleqeya wan bi êrişê re nîne. Rubio, hişyarî li Îranê kir ku êrişî personelên Amerîkayê neke. Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bang li temamiya xebatkarên hikûmetê û malbatên wan ên li welat kir ku heta fermaneke duyemîn di stargehan de bimînin.
Berdevkê Hêzên Leşkerî ya Îranê jî ragihand ku dê hem Îsraîl hem jî DYA ku “piştgirî daye vê êrişê” bedelekî giran bide.