AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştevaniya welatiyên ku ji agirê Sîteya Rojava bandor bibûn, komisyona şêwirmendiya hiqûqî û piştevaniya psîko-sosyal damezirand.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştevaniya bi malbatên kesên di şewata li Sîteya Rojava ya li navçeya Peyas a Amedê jiyana xwe ji dest dabûn, komîsyona piştevaniyê ava kir. Di şewatê de dayikekê û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dabûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar duh bi bi mexdûrên şewata Sîteya Rojava re civiyan. Hevşaredaran, welatiyên sîteyê guhdar kir û diyar kirin ku ji bo kêmasiyên şaredariyê yên di dema şewatê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hevşaredaran, diyar kirin ku dê bi welatiyan re di nava piştevaniyê de bin.
WELATIYAN DAXWAZÊN XWE GOTIN
Welatiyên li sîteyê rûdinin, destnîşan kirin ku di despêka şewatê de şaredarî û hevserokên wê bi wan re bûne, di nava hewldanê de bûn û ji bo kêmasiyan xwestin ku lêkolîn bên kirin û encamên lêkolînê bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha welatiyan, spasiyên xwe ji bo hevşaredaran kirin û ji Şaredariya Mezin û ji Şaredariya Peyasê re daxwaziyên xwe gotin.
KOMISYONA PIŞTEVANIYÊ HATE DAMEZIRANDIN
Hevşaredaran, piştî serdana welatiyan bi rêveberiya şaredariyê re civiyan û ji bo piştevaniya welatiyên sîteyê komîsyon ava kirin. Dê di komîsyonê de pisporên hiqûq, jin, tenduristî, çand, beşa fen û têkiliya bi gel cih bigrin. Her wiha dê komîsyon ji bo welatiyên mexdûrên şewata sîteyê, piştevaniya şêwirmendiya hiqûqî û psîko-sosyal bide.
KOMISYONÊ DEST BI XEBATÊ KIR
Komîsyonê duh dest bi xebatan kir. Komîsyon dê bi awayeke rêk û pêk bi welatiyên sîteyê re di peywendiyê de be. Her wiha dê komîsyon têkilî bi saziyên civakî re çêbike û tora pitevaniyê zêde bike û xebatên xwe bi hevşaredaran re jî parve bike.