AMED – Di pêvajoya agirbestê de Ethem Kocaman jiyana xwe ji dest da û birayê wî Adem Kocaman diyar kir ku êrîş baweriyan kêm dike û divê operasyon rawestin.
Tevî biryarên agirbestê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên Tirkiyeyê dewam dikin. Ethem Kocaman (Welat Hêmin) di 27’ê Gulanê de di dema agirbestê de jiyana xwe ji dest da.
Birayê Ethem Kocaman Adem Kocaman da zanîn ku êrîşên dewletê zirarê dide pêvajoyê û wiha axivî: “Her tim li ser zimanê me zextek heye. Ger zimanê neteweyekê were qedexekirin dê serî rakin. Ethem jî li dijî van zextan tevlê refên gerîla bû.”
Kocaman anî ziman ku pêwîst e pirsgirêka Kurd di destûra bingehîn de bê çareserkirin û got, "Ji me re dibêjin 'em di şert û mercên wekhev de dijîn' lê ev ne rast e. Bêyî ku ev destûra bingehîn bê guhertin em çawa dikarin wekhev bin? Ev pirsgirêk êdî ne tenê pirsgirêka Kurd e, di heman demê de pirsgirêka Tirk e."
Kocaman da zanîn ku piştî ku bihîstine birayê wî di pêvajoya agirbestê de jiyana xwe ji dest daye baweriya wî ya ji bo pêvajoyê kêm bûye û wiha axivî: “Aştiyeke di çarçoveya demokratîk de pêkan e. Lê belê dirêjkirina pêvajoyê di nava civakê de rê li ber gumanan vedike. Em dibêjin em bi civaka Tirkiyeyê re bira ne, em bi hev re dijîn. Lê şert û mercên jiyana bi hev re hene. Di vê çarçoveyê de divê garantiyên destûra bingehînî hebin û naskirina Kurdan pêwîst e. Yanî qebûlkirina zimanê mirovekî divê ewçend zehmet nebe."
'DIVÊ PÊVAJO LI SER ZEMÎNEKE QANÛNÎ WERE MEŞANDIN'
Kocaman bibîr xist ku piştî bangê PKK’ê xwe fesîx kiriye û dema hêza li pêşberî we çek danîne hûn çima leşkerên xwe ji bo şer dişinin û wiha got: “Pirsgirêka te çi ye? Hûn dixwazin ev şer bidome? Ya ku hatiye kirin, bêbaweriyê bi me zêdetir dike. Ji ber ku eger hûn dixwazin bi kesê hûn pê re di şer de ne aştiyê pêk bînin, divê her du alî bi mercên wekhev bên ser maseyê. Lê Serok (Abdullah Ocalan) hê jî di girtîgehê de ye. Divê operasyon bên rawestandin. Birayê min şehîd ket. Ev çawa dikare baweriyê bide me? Gumana 'Gelo em tên xapandin?' çêdibe. Bêguman hem aştî, hem jî şerkirin zehmetiyên xwe hene. Me ev tecrube kirin, lê dîsa jî em aştiyê dixwazin. Divê her tişt ji bo pêvajoyê bi awayekî şefaf û li ser zemîneke zagonî bê meşandin. Naxwe wê bawerî nebe.”
MA / Heval Onkol