* Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz 4 sal berê li Îzmîrê hatibû qetilkirin, got: “Min şehîdek da, min Denîzek da. Lê niha dê bi hezaran Denîz bên dinyayê.”
* Zennûre Yuce ku keça wê Sema Yuce li dijî zextên ser gelê Kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitandibû, diyar kir ku keça wê baş dibû lê li nexweşxaneyê hatiye qetilkirin.
* Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş hewceye demildest gav bên avêtin û gotin: “Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”
* Kêla gora Idrîs Turan ê HPG’î ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hate texrîbkirin. Bav Sadik Turan bertek nîşan da û got: “Heke daxwaza wan xwişk-biratî be, wê demê divê pêşiya vê bigirin.”
* Konferansa “Ciwan û Civaka Demokratîk” a Meclisa Ciwanan a HDK’ê ku li Stenbolê tê lidarxistin, dê di roja duyemîn de bidome. (11.00-16.30)
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temllî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê biaxive. (13.30) ZINDÎ