AMED - Şaredariya Sûrê bi daxuyaniyekê avakirina Meclisa Jinan ragihand.
Şaredariya Sûrê ya Amedê ku di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, avakirina Meclisa Jinan ragihand. Di civîna ku li Hola Konferansê ya Şaredariyê pêk hat de karmendên jin ên şaredariyê jî beşdar bûn. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol avakirina meclisê ragihand.
Fatma Gulan Onkol, di daxuyaniyê de got: “Em gavekê ber bi têkoşînekê ve diavêjin ku ne tenê niha ye, lê ji kûrahiya dîrokê heta roja îro hatiye. Dîroka mirovahiyê bi têkoşîna diyarkirina cihê jinan ve girêdayî hatiye nivîsandin. Di serdema neolîtîkê de, jinan jiyan birêxistin dikirin, bi hilberîn û zanîna xwe derdiketin pêş. Lêbelê bi demê re zîhniyeta serdest a mêran ku li dora hêz û desthilatdariyê teşe girtibû, jin ji jiyana civakî derxist. Zîhniyeta serdest a mêran xweza talan kir, jiyan wêran kir û civak parçe kir. Şer, krîz û wêrankirina ekolojîk a ku em îro dijîn encamên vê zîhniyetê ne."
Fatma Gulan Onkolê got ku ew ji bo vejandina hêza xwe ya dîrokî ya jinan meşiyan û wiha domand: “Wekî jin, em wekî tevgerek berxwedan û ji nû ve avakirinê li dijî vê pergala riziyayî ji nû ve hatin dinê. Em ne tenê li dijî serdestiya mêran, lê di heman demê de li dijî hemî şêweyên pergala serdest û kolonyalîst a modernîteya kapîtalîst di têkoşîna azadiyê de bûn. Me got, 'Bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe.’ Jinan ne tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya civakê şer kirin. Wan xwe kirin mijar. Wan xwe bi rêxistin kir. Wan zanîn ji nû ve ava kir. Û îro, ev têkoşîn di rêveberiyên herêmî û her wiha di her qada jiyanê de heye."
Ragihandina meclisê bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û bi tililiyan bi dawî bû.
9 KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN
Piştre, komîsyonên "Perwerde û Hişyarî", "Tundî", "Aborî", "Ekolojî", "Mafên Astengdaran", "Mafên Zarokan", "Tenduristî û Xizmetên Civakî", "Çand, Huner û Spor", "Ziman, Bîr û Bawerî" yên Meclisa Jinan hatin avakirin. Rêveberiya komîsyonên ku ji bo damezrandinê hatine pejirandin hate destnîşankirin.