DÎLOK - Ji bo rojnameger Derya Ren ku bi îdiaya “heqaretê” dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren di 7’ê Çileyê de ji bo nûçeyê çûbû navçeya Belqisê ya Dîlokê û polîsan bi îdiaya “gumana maqûl” binçav kiribûn. Der heqê Derya Renê de bi îdiaya “heqaretê” doz hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a Derya Renê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Belqisê hat lidarxistin. Rojnameger Derya Ren tev li danişînê nebû lê parêzerên wê amade bûn. DFG, MKG û MLSA’yê jî doz şopandin.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dozgerî mutalaaya xwe berê dubare kir û xwest bi îdiaya “heqaret li xebatkarên cemaweriyê kiriye” were cezakirin.
Parêzerên Derya Renê jî parastina xwe nivîskî pêşkeşî dadgehê kir. Dadgehê, bi sedema ku hêmayên qanûnî yên sûcê tê îdiakirin çênebûne, biryara beraetê da.