Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e

  • cîhan
  • 11:54 26 Hezîran 2025
  • |
img

AMED -  Rojnameger Îkram Balekanî diyar kir ku agirbesta di navbera Îran-Îsraîlê de agirbesteke demkî ye û got: “Formula çareseriya Îranê, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a Abdullah Ocalan e. Bi vê yekê re şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ dê dîsa dest pê bike û heta serkeftinê bidome.”

 
Rojnameger Îkram Balekanî têkildarî şerê Îran-Îsraîlê û geşedanên li herêmê nirxand. Balekanî, diyar kir ku ev şer bi aşkerayî hatiye û rêya çareserî û aştiya li Rojhilata Navîn, formula “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 
 
Balekanî, got: “Di navbera Îran û Îsraîlê de têkiliyên tevlihev hene. Di sala 1979’an de Şah ket û Humeynî bû îktîdar. Bi vê re şerê Îran û Iraqê dest pê kir. Di vî şerî de DYA’yê çek dida Îranê. Ji bo li dijî Iraqê bi kar bîne 11 hezar çek da Îranê. Bi van çekan li Iraqê xist. Têkiliyeke wiha hebû. Îran bi sala ye dibêje ‘Em ê rejîma siyonîst ji holê rakin, ji nexşeyê jê bibin.’ Ev 46 sal in heman dirûşmê berz dike û dibêje ‘Em ê Îsraîlê tune bikin.’ Ev ne şerekî niha ye, şerekî domdirêj e û Îsraîlê jî xwe ji bo van gefan amade dikir. Li gorî şer, 30 salan stargeh amade kir. Ev şer 12 roj domiya. Kîmyewî, uranyum hincet e. Şerê dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Dema Sedema Helebçe bi çekên kîmyewî bombebaran dikir deng ji yek ji wan derneket. Kesekî behsa bikaranîna çekên kîmyewî yên Sedam nekir. Heta 2003’yan, wê demê kîmyewî kirin hincet û êrişî Sedam kirin. Lewma çekên kîmyewî hincet e.” 
 
‘JIN Û KURD DIKARIN ÎRANÊ BIGUHERÎNIN’    
 
Bi domdarî Balekanî anî ziman ku rejîma Îranê guh nade gelê xwe û wiha pê de çû: “Heke ji Sedam û Esad ders girtibûya, dê gav bi gav xwe biguheranda. Nerazîbûna gel me di berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ de dît. Du hêz hene ku dikarin Îranê biguherînin. Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan got; ‘Yên ku dê pêşengtiyan guherîn û veguherîna Rojhilata Navîn bikin, Kurd in.’ Kurd û jin dikarin Îranê biguherînin. Îran jî ji van ditirse. Lewma hêzên xwe li rojhilatê Kurdistanê kom dike. Dixwaze gel bitirsîne. Gelê Îranê piştgiriyê nade rejîmê û jê aciz e lê Îran vê nabîne. Ev jî nîşan dide ku ev wiha nadome. An dê mudaxileyek ji derve were kirin an jî dê komên hundir hêzên xwe bikin yek.” 
 
‘XETEREYA ÊRIŞAN HEYE’ 
 
Di berdewamê de Balekanî anî ziman ku tiştên diqewimin şerê hegemonyayê ye û ev nirxandin kir: “Rûsya bi Ûkraynayê mijûl kirin û ji Rojhilata Navîn derxistin. Niha jî dixwazin bazara di destê Çînê de asteng bikin. Ji ber ku ew bazar her wiha bazara Îranê ye. Hêza Îranê nîne ku Tengava Hurmuzê bigire. Ji ber ku dê Çîn jî jê bandor bibe. Naxwazin Îran bi temamî ji holê rabe. Dixwazin Îraneke li gorî daxwaza wan hebe. Şerê DYA’yê yê li dijî Îranê ne şerê ji bo têkbirina wê ye. DYA naxwaze rejîm biguhere. Lê di 12 rojan de bi dehan fermandarên wê hatin kuştin. Îranê jî texmîn nedikir dê derbekî wiha bixwe û daxwaza agirbestê kir. Tevî agirbestê jî îxtîmala êrişan a her du aliyan heye. Li Îranê aliyên dixwazin şer xelas bibe hene. Hevseroka PJAK’ê jî dibêje bila yekîneyên leşkerî girêdayî partiyan nebin. Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo Rojhilata pêşniyara ‘Konfederalîzma Demokratîk’ dike. Ya herî rast ev e.” 
 
‘ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ XELAS NEBÛ...’ 
 
Rojnameger Balekanî destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şer de pergalek hatiye avakirin û wiha got: “Mînaka Rojava heye. Gelên Kurd, EReb, Tirkmen û Suryan bi hev re dijîn. Her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe. DAIŞ’ê bajar talan dikir û her kes qetil dikir. Lê li Rojava pergalek hate avakirin. Di vê mijarê de şensê Rojhilat zêdetir e. Ji ber ku tecrubeya droneyan a li Şengalê heye. Dikare ji kêmasiyên li Rojava dersan bigire. Li Başûr kêmasî hene û ev 33 sal in nekarîn pêşmergeyan di bin sîwanekê de bikin yek. Dikarin ji vê dersan bigirin. Ev jî tecrube ne. PJAK ne niha hatiye avakirin. Lewma şensê Rojhilat zêdetir e. Hêzekî dînamîk e. Di sala 2011’ê de bi Îranê re şerekî çalak kir. Di navbera Komele û PJAK’ê de peymanek heye. Bi berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ re PJAK û Komele ji hêla hêza leşkerî ya hevpar û ji hêla siyasî ve bûn yek. Peyman didome. PJAK dikare pêşengtiya gelên din jî bike. Hevserokên PJAK’ê di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ û gotin; ‘Kurd dikarin pêşengtiyê bikin. Gelê Îranê jî vê qebûl dike. Ji ber ku hemû dinya felsefeya Abdullah Ocalan a ‘jin, jiyan, azadî’ qebûl dike.’ Dirûşma ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ jî li Rojava pratîk bû û îro li Îranê olan dide. Şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî nebû, navber hat dayin. Dê dîsa dest pê bike. Heta serkeftinê jî dê bidome.” 
 
‘MECBÛR IN BI KURDAN RE BIBIN YEK’ 
 
Balekanî, da zanîn ku heke Rojhilata Navîn bi darê zorê were guhertin dê zirar bigihije hin derdoran û wiha axivî: “Dê gel bên înkarkirin. Ev jî dê bi xwe re şerên nû bîne. Lê heke demokrasî li ser esasên Abdullah Ocalan pêşniyar dike bibe, dê şer çênebe. Dê guhertineke aştiyane bibe. Heke ev proje nebûya, dê Kurdan nekariyan herêma heta Dêra Zorê rizgar bikin. Ji ber ku Ereban ev qebûl nedikir. Daxuyaniya PJAK’ê ya ji bo Azeriyan ku digot ‘Tirkiye û Îran dixwaze nîfaqê bixe navbera me.’ girîng e. PJAK, dibêje; ‘Em ê tevî hevalên xwe yên Azerî bijîn. Divê Kurd û Azerî bi hev re bijîn.’ Mînaka vê li Rojava heye. Dibêjin heke Kurd û Ereb û gelên din bikarin bi hev re bijîn, ma em çima nekarin. Kurd, Azerî û Erebên li Rojhilat dikarin bi hev re pergalekê ava bikin. Dikarin bi Belucan re bibi yek. Li Xorasanê 2 milyon Kurd dijîn. Kurd dikarin li Îranê bibin pêşengên guherîn û veguherînê. Dikarin Îranê û hêzên hegemon vala derxînin û bi xwe dîzayn bikin. Heke li Îranê ev bibe, dê lîstikên hêzên hegemon jî vala derkeve. Mecbûr in bi Kurdan re bibin yek. Heke nebin, dê aramî neyê Rojhilata Navîn. Îro Kurd xwedî avantaj in û dikarin hevsengiyên nû ava bikin.” 
 
‘KURD MECBÛR IN BIBIN YEK’ 
 
Balekanî, daxuyand ku heke Kurd bixwazin bibin xwedî hêz, mecbûr in bibin yek û axaftina xwe wiha qedand: “ENKS’ê li Rojava bi salan muxalefet kir û çû cem çeteyan. Zirar da yekitiyê lê di dawiya dawî de rêya rast dît. Em naxwsazin li Rojhilat jî heman tişt bibe. Rêya xelet, serkeftinê bi xwe re nayîne. Partiyên derveyî civakê, neçarên têkçûnê ne. Îro kî bi rêya komunan xwe birêxistin bike û pêşengtiya gel bike, ew dê bi ser kevin. PJAK, dibêje; ‘Em amade ne hêzên xwe bidin rêveberiya gel. Divê rêveberiyeke xweser were avakirin û em jî amade ne bibin endamên wê.’ Anku dibêje divê gel bibe yek.” 
 
MA / Mujdat Can
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne
11:59 Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:07 Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin
11:04 Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
10:37 Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne
10:32 Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!