AMED - Der barê Rojnameger Berîvan Kûtlûyê de bi hinceta weşanên li ser televîzyonê yên têkildarê erdheja 6’ê Sibatê doz hate vekirin.
Der barê nûçegihana me Berîvan Kûtlûyê de bi hinceta beşdariya weşanên li ser televîzyonê yên têkildarê erdheja 6’ê Sibate 2023’yan, doz hate vekirin. Doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû amadekirin, ji aliye Dadgeha 4’mîn a Cezayê ya Amedê ve hate qebûlkirin. Dê danişîna dozê di 16’ê Cotmehê de bê lidarxistin.
Di îdianameyê de der barê beşdariya Berîvan Kûtlûyê li ser weşana televîzyonê û gotina “A rast ne xebateke lêgerîn-xelaskirinê ye, hewldana windakirina delîlan e. Cerdevanên ku ji Şirnexê hatine mirovan dûr dixe. Mirovan bi mirinê re rûbirû dihêlin” wek sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de, parvekirinên Berîvan Kûtlûyê yên ser hesabê X’ê wek sûc hate nîşandan.
Herwiha di îdianameyê de gotinên “Di encamê de; di çarçoveya xenbatên weşan-çapemeniya rêxistinê de, di nava girseyê de temîna endaman û sazkirina xebatên propagandayê, ragihandina xebatên îllegal ji bo endamên rêxistinê, hêsankirina pêkanîna xebatên rêxistinê di çarçoveya îdeolojiya rêxistinê û hewla bicihanîna xebatan (...)” cih girt.