BÊDLÎS - Nivîskar Faîk Taç ê ku beşdarî mihrîcana li Tetwanê bûbû got: “Banga Ocalan ji bo hunerê jî deriyê serdemeke nû vekir. Em xwedî li pêvajoyê derkevin. Ger qedexe rabin dê civak bêhnê bistîne."
Mihrîcana bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunerê dihûnin” a ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê ku di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye tê lidarxistin, didome. Di mihrîcanê de çalakiyên ji bo jin, zarok, konsert û panel hatin li darxistin. Faîk Taç ê ku piştî girtina 30 salan tehliye bûbû, beşdarî danasîne pirtûka xwe ya Gulêsiyabend bû.
‘EM TIŞTEKÎ JI NAVA AGIR XILAS DIKIN’
Taç, bal kişand ser eleqe û beşdariya mihrîcanê û wiha axivî: “Çiqas astengî çêbe jî Kurd dîsa xwedî li çand û hunerê derdikevin. Ev yek bo mirov hêviyek çêdike. Kurd 100 sal in bi polîtîkayên bişaftin û înkarê ve rû bir û mane. Lêbelê gelê Kurd tu carî ev qedexe qebûl nekirin û li dijî van qedexeyan têkoşiyan. Em wek gel me her tim bedel da, me bi têkoşîna salan ve nîşan da ku em ê van polîtîkayan qebûl nekin. Ji îro şûn de jî em ê tu carî serî netewînin."
Taç, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ez salên dirêj li girtîgehê mam û min çend xebat kir. Rexmê hemû qedexeyan berhema min a ewil çap bû. Nivîsîna berhemeke Kurdî ji bo min xwedî derketina nasnameyê ye. Ez zimanê Kurdî wek ‘xwebûnê’ dibinim. Nivisîna Kurdî, wek xelasiya tiştekî ji agir dibinim. Ziman, çand, çîrok, stran û mafê Kurdan roj bi roj dihelin. Em jî ji wî cihê ku dihelin, ji nava agir digrin û bi civakê re parve dikin.”
‘BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ’
Taç, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd a di 27’ê Sibatê de û destnîşan kir ku ev bang ji bo hunerê jî deriyê serdemeke nû vedike. Taç, wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de êdî her tişt ber bi demokratbûnê ve diçe. Hêviya hemû gelan ji vê bangê heye û xwedî lê derdikevin. Dê hemû gel bi vê bangê ve di mercên azad de bijîn. Em wek gelê Kurd dê karibin di qada siyasî de doza mafê xwe yê siyasî bikin. Ev yek jî hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo gelên dîtir girîng e. Em ji pêvajoyê bawer dikin û pişgiriyê didin. Dê Tirkiye bi vê bangê demokratîk bibe. Dê hemû qedexeyên li ser Kurdan yek bi yek rabin. Ger astengî û qedexeyên li ser hunerê rabin dê civak bêhnê bistîne. Divê ji bo zimanê Kurdî statu bê dayîn û di dibistanan de perwerde pê bê dayîn. Nasname û huner bi hev re girêdayî ne. Divê me xwedî li pêvajoyê derkevin.”