AMED - Tevî rapora ÇED’ê ya Hesandînê hatiye betalkirin jî xebatên madenê didomin. Şêniyên herêmê û hiqûqnas li dijî rewşê bibertek in.
Şîrketa Anonûm a Madenvanî û Bazirganiya Derve, xebatên xwe yên madenê yên li navçeya Pasûrê ya Amedê didomîne. Li gel ku rapora “Nirxandina Bandora Hawirdorî” hatiye betalkirin jî ev şîrket xebatên xwe berdewam dike. Hem xelkê herêmê hem jî komeleyên li bajar bertekê nîşanî vê rewşê didin.
Ji şêniyên herêmê Fatma Yakut, diyar kir ku Hesandîn ji bo gelek gundên li herêmê cihekî girîng e. Fatma Yakutê anî ziman ku ji ber xebatên madenê kaniyên li herêmê bi ziwabûnê re rû bi rû ne û got: “Ava her kesî ji vir tê. Em ê rê nedin madenan. Ev der xaka me ye. Her tiştê me li vir e.”
Sera Yuce jî li dijî xebatên madenê derket û ev tişt anî ziman: “Tevahiya zindiyan ji madenan neyînî bandor dibin. Her tiştekî me li ser vê xakê ye. Em li vir ajalvaniyê dikin, mêşvaniyê dikin. Lê heke xebatên madenan bidomin, em ê nekarin tu tiştekî bikin. Maden jehrî ye. Bila xebat bên sekinandin.”
HIŞYARIYA ‘TEXRÎBATA ZEHMET A JÊNEVEGER’
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Delal Ozbay ku ji bo sekinandina xebatên madenê xebatên xwe didomîne, hişyariya “maden dê texrîbatên zor ên jêneveger bi xwe re bîne” kir û wiha domand: “Maden, xelkê li vir dijî ji vir qut dike. Bi rastî jî di biryara ÇED’ê bêhiqûqtiyeke tirsnak heye. Her çend her tiştek li gorî hiqûqê pêş bikeve jî em ê xweza û xaka xwe biparêzin. Maden, xwezayê, dîrokê, avê qirêjî dike.
Ev herêm, di salên 90’î de hatibûn valakirin. Niha jî dixwaze bi rêya madenan vala bikin. Em jî li dijî vê derdikevin. Em ê tevî gelê xwe xweza û axa xwe biparêzin û bi vê boneyê li vir in. Dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”
'DIXWAZIN HERÊMÊ BÊMIROV BIHÊLIN’
Hevşaredarê Pasûrê Mûrat Îpek jî da zanîn ku Hesandîn çavkaniya debara xelkê herêmê ye. Îpek, got ku nêzî 8 gund ava xwe ji Hesandînê tînin û wiha pê de çû: “Ji ber xebatên madenan, xetere heye ku ev kanî tune bibin. Anku qada jiyanê ya mirovan tune dikin. Ev jî dike ku xizmet neyên kirin. Yek ji sedema xebatên madenê yên li vê derê jî talan û xalîkirina herêmê ya ji mirovan e. Ne tenê xelkê me, xwezaya me jî tê qirkirin. Heta berê ba jî diguhere. Flora û faunaya wê xera dibe. Ji kêzikan bigire heta ajalên dirindehe û yên kedîkirî, zirarê didin qada jiyanê ya hemû zindiyan.”
Îpek, got ku ji bo xwedî li xwezaya xwe derkevin têdikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em xwedî li qadên xwe yên jiyanê, li çand, bîr, kevneşopî û çanda xwe derkevin. Divê em bertek nîşanî vê êrişa sermayeyê bidin.”
MA / Heval Onkol