ENQERE - Parlamenterê Partiya Gelecekê Kanî Torûn, têkildarî rewşa pêvajoyê diyar kir ku divê tavilê komîsyon li Meclisê bê avakirin û ji bo PKK’iyan rêya siyasetê bê vekirin.
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, çareseriya pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bû. PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Piştî banga Abdullah Ocalan û biryara PKK’ê, bala raya giştî çû ser gavên dewletê. Heta niha ji aliyê dewletê hêj tu gavek nehatiye avêtin. Piştî banga Abdullah Ocalan û Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina komîsyonê, di nava partiyan de çûyîn û hatin çêbûn lêbelê hêj ji bo komîsyonê gaveke fermî nehatiya avêtin.
Parlamenterê Partiya Gelecekê yê Bûrsayê Kanî Torûn, geşedanên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxand û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi danîna çekê ve çareser nabe û divê mercên hiqûqî jî bên avakirin. Torûn, got: “Kesên ku çek danîn, divê karibin werin welat. Mayîna wan kesan li wir bêwate ye. Kesên ku çek danînê, divê ji bo ban sererastkirinên hiqûqî ji bo wan bê kirin.”
Torûn, destnîşan kir ku rexmê bangê û biryarê desthilatê hêj gavek neavêtiye û diyar kir ku desthilat bi dêrûniya “Em çekdanînê bibînin wê wextê em ê bawer bikin” nêzî meseleyê dibe.
‘DIVÊ TAVILÊ QANÛN BÊ ÇÊKIRIN’
Torûn, diyar kir ku nîşaneyên gavavêtina desthilatê hene û wiha pê de çû: “Kesên di rêvebirina pêvajoyê de cih digrin bi biryar in. Di vê mijarê de tu pirsgirêk nîne. Pirsgirêka ku ez dibînim; ev biryar hêj neketiye meriyetê. Divê vê yekê ji girseya xwe ya partiye re rave bikin û civînan li dar bixin. Ger hefteya bê çek bê danîn, divê tavilê sererastkirinên hiqûqî û qanûnî bên kirin. Kesên ku çek danîbin divê karibîn bi awayeke qanûnî bê asteng bikaribin vegerin welat.”
‘HETA DAWIYA HAVÎNÊ DÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Torûn, diyar kir ku aliyê desthilatê û Kurd têkildarî çareseriyê dikarin li hev bikin û ji vê yekê bi hevî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez geşbîn im. Lewre dema çek bê danîn dê her du alî ji bi ser bikevin; dewlet jî û PKK jî. Dê civak jî aram bibe. Ev yek pir girîng e. Divê aktorên sêyemîn ên wek me piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Herwiha divê hemû partiyên din jî pişgiriyê bidin. Bi îxtimaleke mezin dê heta dawiya havînê hinek gavên bên avêtin.”
‘DIVÊ KOMÎSYON TAVILÊ BÊ AVAKIRIN’
Torûn, destnîşan kir ku divê tavilê komîsyon li Meclisê bê avakirin û ev tişt got: “Ji bo hemû kesên ku çek danîne karibin bên welat divê sererastkirin çêbin. Erka komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ev e. Dê komîsyona bingeh û mercên vê yekê ava bike. Wê demê partiya desthilatê di rewşeke neyînî dê karibe bibêje ‘ez ne bi tenê me’. Ji bo vê yekê divê tavilê komîsyon bê avakirin.”
‘ÇARESERIYÊN DEMOKRATÎK PÊWÎST E’
Torûn, diyar kir ku divê bi sererastkirinên hiqûqî ve girtiyên siyasî bên berdan û got: “Divê Tirkiye bêtir demokratîk be. Astengiya yekemîn a li pêşiya pêvajoyê şerê desthilatê yê bi CHP’ê re ye. Ev dikare pêvajoya çareseriyê jehrî bike. Divê AKP pêvajoyê neke qurbana vî şerê xwe.”
‘BILA WERIN SIYASETÊ BIKIN’
Torûn, bi lêv kir ku divê PKK’î bên beşdarî siyasetê bibin û ev tişt anî ziman: "Wextekî dihat gotin ji dêleva ku hûn li çiya têkoşîna çekdarî dikin werin deştê siyasetê bikin. Divê ji bo van kesan sererastkirinên hiqûqî bên kirin û rêya wan a siyasetê bê vekirin. Ger dema bixwazin siyasetê bikin bila kerem kin werin kîjan partiye dixwazin bila di nav de siyasetê bikin. Bi ya min ji dêleva li çiya bimînin bila werin li Meclisê siyasetê bikin.”
Torûn, têkildarî qonaxa pêvajoyê de diyar kir ku êdî veger nîne, kîjan alî vê pêvajoyê xira bike dê têk biçe û wiha axivî: “Piştî vê qonaxê kî pêvajoyê xira bike dê têk biçe. Kî dibe bila bibe. Ez dibêjim dê pêvajoyê bi ser bikeve.”
‘PARTIYÊN KU NÎJADPERESTIYÊ GUR DIKIN HENE’
Torûn, der heqê “Mafê Hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan de ev tişt got: “Divê karên wiha gav bi gav bin, carna ecele mesilhetan xera dikin. Hinek partiyên ku nîjadperestiya Tirk gur dikin hene. Deshilat, ji qelsbûn û têkçûnê ditirse. Ji ber vê yekê hêdî gav diavêje. Piştî hinek gavên hiqûqî ji bo kesên çek danîne û kesên di girtîgehan de wê demê dê ‘mafê hêviyê’ bê rojevê.”
‘BI BIRYARDAYÎNÊ VE SERKETIN ÇÊDIBE’
Torûn, bal kişand ser geşadanên Rojhilata Navîn û diyar kir ku ev geşedan dibe ku neyînî bandorê li pêvajoyê bike. Herwiha Torûn, destnîşan kir ku ev îxtimal li gorî helwest û bibiryarbûna her dua liyan ve dê şêwe bige. Torûn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevliheviyên li Rojhilata Navîn, dibe ku hinek zirarê bide pêvajoyê. Lêbelê ji bo serketina vê pêvajoyê îradeyek saxlem hebe; hem dewlet û hem rêxistin sozên xwe bi cih bînin dê nikaribin li pêvajoyê bandor bikin. Li gorî nêrîna min hêzên kurewî çareseriyê dixwazin. Amerîka naxwaze li herêmê pirsgirêk rû bidin. Bi ya min dê Amerîka berê xwe bide Asyaya Dûr. Aştiyeke li herêmê dê di berjewendiya Amerîka de ye be."
MA / Mehmet Aslan