ENQERE - Bikarhinêrên qertên krediyê ku nikarin deynên xwe bidin anîn ziman ku ji hêla hiqûqî ve tên şopandin û gefa hecizkirinê lê tê xwarin.
Bi giranbûna krîza aborî ya li Tirkiyeyê re welatî her ku diçe bêhtir ji banka re deyndar dibin. Rêjeya faîzan zêde dibe, hêza kirînê kêm dibe û welatiyên bêkar êdî nema dikarin deynên xwe yên kredî û qertên krediyê bidin. Bi vê yekê re hejmara kesên ji hêla qanûnî ve tên şopandin balê dikişîne. Li gorî daneyên Navenda Rîskê ya Yekitiya Bankên Tirkiyeyê (TBB), di çaryeka sala 2025’an de 863 hezar kes ji ber deynên şexsî niha di teqîbata yasayî de ne.
PARÊZER DEMA DIGERIN GEFA HECIZKIRINÊ DIXWIN
Welatiyên Enqereyê yên ku em têkildarî mijarê pê re axivîn, gotin ku heqdestê kêm ên ku ew digirin ji ber enflasyonê tune dibe û ji neçarî pêdiviyên xwe yên sereke bi bikaranîna qerta krediyê pêşwazî diki. Welatiyan, diyar kir ku lêçûnên wan pir bi ser dahata wan re ye û ji ber deynên qertê ji hêla hiqûqî ve tên şopandin. Welatiyan anî ziman ku piştî banka dozê li wan vedikin, parêzer li wan digerin û wan tacîz dikin û gefa hecizkirinê li wan dixwin.
MA / Sema Bîngol