Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in

  • rojane
  • 09:58 7 Tîrmeh 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aslan Aslan ku li Herêma Federe ya Kurdistanê geşedanan dişopîne, diyar kir ku ji bo torena ku dê PKK li dar bixe li benda banga Abdullah Ocalan disekinin. 

 
PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Tê payin ku di rojên pêş de kadroyên rêveber jî di nav de torenek were lidarxistin. Li bendê ye ku toren, piştî banga Abdullah Ocalan were lidarxistin. Rojnameger Aslan Aslan ku li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê geşedanan dişopîne, têkildarî rewşa dawî axivî. 
 
 
‘CARA CARA EWIL E DÊ TIŞTEKÎ WIHA WERE KIRIN’   
 
Aslan, da zanîn ku koma PKK’î dê çekan bişewitîne û got: “Gelek komên gerîlayan ên di demên berê de çekên xwe dida hêzên cuda yan jî dewlet û Neteweyên Yekbûyî (NY). Lêbelê PKK bi vê gava xwe re dê nîşan bide ku tu pêwîstiya çekê nîne. Bi taybet jî tiştekî sembolîk e ku PKK vê li herêmeke weke Rojhilata Navîn dike. Serdemên ku agirbest hatin ragihandin û komên aştiyê çûn Tirkiyeyê hatin jiyîn. Lêbelê cara ewil e ku dê torenek were lidarxistin. Ev koma gerîla dê li Silêmaniyeyê çekên xwe bişewitîne û tune bike.” 
 
Bi domdarî Aslan bal kişand ser torena tê payîn were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Dê toreneke gelek mezin be. Li bendê ye ku komeke gerîla li Silêmaniyeyê yan jî dora wê çekan bişewitîne. Roja torenê nayê zanîn lê texmîn hene. Beriya her tiştekî her kes li benda banga dîrokî ya Abdullah Ocalan e. Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê koma gerîla çekên xwe bişewitîne û bi toreneke mezin nîşanî cîhanê bide. Dê ewlehiya vê komê çawa were parastin ev jî yek ji rojevan e. Saziyên li vir û kesên ji ewlehiyê berpirsyar bi vê mijarê re eleqedar in.” 
 
‘DÊ YNK BERPIRSYAR BE’  
 
Di berdewamê de Aslan wiha got: “Dê YNK ji ewlehiya koma tê berpirsyar be. Ji ber ku toren dê li herêma wan were lidarxistin. Ev kêliya dîrokî li Silêmaniyeyê tê jiyîn û ev jî ji bo Silêmaniyeyê rûmeteke mezin e. Dê navê Silêmaniyeyê bi vî awayî were bîranîn û were bihîstin. Dê Silêmaniye bibe nîşaneya aştiyê. YNK dê pêşengtiya vê bike. Di esasê xwe de YNK ne cara ewil e ku vê berpirsyartiya dîrokî li xwe digire. Di sala 1993'yan de jî dema agirbest hatî ragihandin, Mam Celal (Celal Talabanî) li cem Abdullah Ocalan bû. Ev gava ku dê Tevgera Azadiyê ya Kurd bide destpêkirin; dê bandoreke mezin li ser Silêmaniye, Rojava û Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27’ê Sibatê de digot; ‘Ev pêvajo, ev bang ne tenê ji bo Kurdan e; ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.’ PKK dixwaze careke din ji cîhanê re bibe mînak.” 
 
'PDK DI PÊVAJOYÊ DE CIH NAGIRE LÊ NABE ASTENGÎ JÎ’   
 
Rojnameger Aslan bi lêv kir ku PDK di nava pêvajoyê de cih angire lê jê re nabe astengî jî wiha derbirî: “PDK’ê dixwest ku ev kêliya dîrokî li herêma wê çêbibe û di vê mijarê de hewldanên wê çêbûn. Lêbelê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, Silêmaniye guncav hate dîtin. Ji ber ku di pêvajoyên dawî de li herêmên di bin serweriya PDK’ê li dijî qadên gerîlayan êriş hatin kirin.” 
 
Aslan, got: “Hatina koma gerîlayan dê bibe nîşaneya îrade û helwestê. Ji vir şûnde dê dewleta Tirk çi gavan biavêje, ev cihê mereqê ye. Ev kom piştî şewitandina çekan dê vegere qadên xwe. Ji ber ku zemîna vê ya hiqûqî nehatiye avakirin. Ma çima koma gerîla neçe Tirkiyeyê û di nava siyaseta demokratîk de cih negire. Diviyabû ev şert û merc bihatina avakirin. Lewma rêveberên KCK û tevgera Kurd beha girîngiya sererastkirinên di qanûnan de dikin. Heke ev şert pêk neyên, heke ev kom di nava siyaseta demokratîk de cih negire, dîsa zilm, îşkence û qirkirin bibe, wê demê pêvajo dê negihije armanca xwe. Armanca vê pêvajoyê ew e ku Tirkiye tavilê gavan biavêje. Serokkomar Tayyîp Erdogan dibêje ku bi hatina koma gerîla re dê pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe. Di vê mehê de dê geşedanên pir girîng biqewimin.” 
 
‘PÊDIVÎ BI ZEMÎNA HIQÛQÎ HEYE’  
 
Aslan, got ku piştî vê gavê tê mereqkirin ka dê Tirkiye gavên çawa biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Ji koma gerîlayan a ku dê li vir çekan bişewitîne zêdetir, helwesta dewletê tê mereqkirin. Heke ev êriş bidomin dê pêvajo bi ser nekeve. Mesele ne berdan û şewitandina çekan e. Mesele, jidilbûna dewletê ye. Bêyî provokasyonek çêbibe, divê pêvajo bitendurist were meşandin. Ji ber ku di serdemên wiha de provokasyon tên kirin. Heke dewlet jidil be divê gavan biavêje. Weke gava ewil divê tecrîda li Îmraliyê rake û her kes bikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Heta niha jî Tevgera Azadiyê yekalî pêvajo domand. Tevî bêderfetiyan û êrişan jî gav avêt. Divê dewlet, jidilbûna xwe ya di vê pêvajoyê de bi gavên pratîkî nîşan bide.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome - NÛÇEYA LEZGÎN
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin