NAVENDA NÛÇEYAN - “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, didomin.
“Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi piştgiriya partiyên siyasî û saziyên civakî piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, didomin.
ÊLIH
“Hevîtinên Civaka Demokratîk” li gundên Male Mêrgê û Cewzika yên girêdayî navçeya Qabilces a Êlihê li dar ket. Hevdîtina ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî beşdar bûbû, gel eleqeyek zêde nîşan da. Tiryakî yê ku têkildarî pêvajoyê agahî da wiha axivî: “Tirkiye di şerê 40 salan de 2 trîlyon dolar pere winda kir. Bi vî pereyî Tirkiyeyeke nû dihat avakirin. Ger hemû partî û saziyên civakî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê ev pere dê ne ji bo şer, ji bo avakirineke nû bê xerckirin.”
Hevdîtin li navçeyên Kercews, Heskîf, Qûbîn û li gelek gundên girêdayî navendê hatin lidarxistin.
SÊRT
Hevdîtina ku li Gundê Nû yê Sêrtê hate lidarxistin, rêvebirên DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî beşdar bûn. Parlamentera DEM Partî ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, di hevdîtinê de axivî û têkildarî pêvajoyê agahî da û pirsên welatiyan bersivand. Sebahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku piştgiriya gel ji bo pêvajoyê zêde ye û ev tişt got: “Em ê bi hev re vê pêvajoyê bi aştiyê ve tacîdar bikin.”
Di hevdîtinên ku li Dihê, Berwarî hatin lidarxistin de, banga xwedîderketina pêvajoyê hate kirin.
RIHA
Rêxistina DEM Partî ya Rihayê li gundên Elîgor, Berecûk, Karkût û Hewagê hevdîtinên bi gel re pêk anî. Di hevdîtina ku bi beşdariya girseyî bû, têkildarî pêvajoyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan hate xwendin. Hevdîtina ku bi şêwaza pirs û bersiv ve domand, piştî belavkirina pirtûkçeya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku DEM Partiyê amade kiribû, bi dawî bû.
WAN
Li navçeyên Artemêt, Rêya Armûşê, Tûşba yên Wanê hevdîtin hatin lidarxistin. Hevdîtina ku tevî rêvebirên DEM Parti û DBP’ê gelek welatî beşdarê hevdîtinê bûn, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û geşedanên têkildarî bangê hatin nîqaşkirin.
AGIRÎ
Li taxa Bûlût a girêdayî Agirî, navçeyên Avkevir, Bazîd û Dûtaxê hevdîtinên gel pêk hatin. hevserokên DBP û DEM Partiyê û endamên meclisên her du partiyan beşdarî hevdîtinê bûn. Endamê PM a DEM Partiyê Adnan Topçû têkildarî pêvajoyê agahî bi gel re parve kir û ev tişt got: “Çekdanîna PKK’ê nayê wateya ku têkoşîn xilas bûye. Ev têkoşîn li gorî mercên serdemê şêw girt. Ji ber têkçûna înkar û îmhayê êdî dê têkoşînê di qada siyaseta demokratîk de bidome.”
Welatiyên ku beşdarî hevdîtinan bûn, bêbaweriya xwe ya bi dewletê anîn ziman. Herwiha welatişyan ji dewletê xwestin ku ji bo mercên qanûnînê gav biavêje.