NAVENDA NÛÇEYAN - Warren Montag ê sosyalîst ê Amerîkayî piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: “Ev pêvajo xwedî wê potansiyelê ye ku rêyeke aştîxwaz û berfireh pêşkeş bike.”
Profesorê wêjeyê yê sosyalîst ê Amerîkayî Warren Montag ragihand ku ew piştgiriyê dide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate kirin, Montag bi peyamekê piştgirî da banga Abdullah Ocalan.
Peyama Montag wiha ye: “Ez jî dixwazim tevlî wan dengan bibim ku piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, ku di navbera hikumeta Tirk û nûnerên siyasî yên gelê Kurd de tê meşandin û armanca xwe çareseriyeke wekhev a ji bo şerê bi dehan salan e. Ev pêvajo berevajî polîtîkayên qirkirin, paqijiya etnîkî û şer ku hin welat dişopînin, xwedî wê potansiyelê ye ku nexşerêyeke aştiyane pêşkêş bike."
MONTAG KÎ YE?
Warren Montag profesorê wêjeya sosyalîst ê Amerîkî ye, li College Occidentalê li qada Wêjeya Beramberkirinê û Ingilîz dersê dide. Montag bi karên xwe yên li ser teoriya Fransayê ya sedsala 20'î, Althusser û derdora wê tê naskirin. Her wiha berhemên ramanger Spinoza, Locke, Hobbes û Adam Smith jî lêkolîn kir û lîberalîzma polîtîk û nakokiyên di ezeztiyê de lêkolîn kir. Montag di heman demê de tevkarî li tevgera sosyalîst kir, di kolektîfeke nêzî fikrên Ernest Mandel (1976-1978) û rêxistinên Workers Power û Solidarity (1978-1990) de bi roleke çalak rabû. Montag ku edîtorê kovara Decalagesê ye li qada rexneya wêje û felsefeya marksîst de berhemên girîng afirand, bi taybetî jî bi karên xwe yên têkildarî mîrateya Althusser bal kişand.