RIHA - Ayşe Çîçek ku xwîşka Alî Çîçek e, diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi têkoşîna birayê wê û hevalên wî gihiştiye van rojan û got: “Alî wê demê digot ‘helbet dê rojekê aştî bibe lê em ê nebînin.’ Bi gotina wî bû.”
Yek ji hedefa derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ku ji serdemên herî tarî yên dîroka komarê bû, bû Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin girtin û rastî îşkenceyên giran hatin. Bi taybet jî Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê weke “laboratuara îşkenceyê” hate bikaranîn. Lêbelê, tevî her cureyên zilmê jî girtîgeh bû navenda berxwedana destanî ya tevgera azadiyê ya Kurd.
TÊKOŞÎNA NÎVESIR E DIDOME
Berxwedana ku ji kadroyên pêşeng Mazlum Dogan di roja Newrozê de bi sê zilikên şixatê da destpêkirin, bi berxwedana “Çaran” anku bi agirê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner gurtir bû. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de jî “Rojiya Mirinê ya Mezin” hate destpêkirin û ev berxwedan derbasî qonaxeke nû bû. Çalakî, bi pêşengtiya Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hate destpêkirin. Di roja 56’an a çalakiyê de (7’ê Îlonê) Kemal Pîr û Akîf Yilmaz, di 13’ê Îlonê de Hayrî Durmuş û di 17’ê Îlonê de jî Alî Çîçek jiyana xwe ji dest da. Lêbelê tevgera PKK’ê ku piştgiriyeke mezin ji gel girt, roj bi roj mezintir bû, hebûna xwe heta 11’ê Tîrmeha 2025’an domand û zêdetirî nîvesrekê têkoşiya.
Ayşe Çîçek ku Kemal Pîr navê “Stêrka Sor” li birayê wê Alî Çîçek kiribû, têkildarî berxwedana birayê xwe û pêvajoyê axivî.
STÊRKA SOR A BERXWEDANÊ
Çîçek, di sala 1961’ê de li mezrayeke biçîk a gundê Kusnkunlu yê navçeya Curnê Reş a Rihayê ji dayik bû û ji 3 xwişk-birayan ê herî biçûk bû. Dema li dibistana amadehî dixwend, bi hinceta ku belavok belav kiriye hate girtin û du meh piştre hate berdan. Di vê pêvajoyê de Kemal Pîr nas kir. Di salên 1979-1980’ê de bi awayekî çalak li navçeyên Curnê Reş û Sêweregê di têkoşînê de cih girt û demekî kin piştî derbeya 12’ê Îlonê hate girtin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Çîçek ku li dijî wehşetê di refên berxwedanê de cih girt, di encama çalakiya xwe ya dîrokî de di 21 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Ayşe Çîçek, da zanîn ku birayê wê tevî temenekî kin jî îradeyeke mezin raber kiriye û got: “Ev îrade jî bû bingeha tevgera azadiyê ya Kurd. Ji bo wî partî her tiştek bû. Wê demê em gelek bêhêvî bûn û me jê xwest dev ji siyasetê berde. Lê guh neda me. Wî ji rêya bawer dikir de meşa xwe domand.”
TÊKOŞÎNA LI KURDISTANÊ BELAV BÛ
Bi domdarî Ayşe Çîçekê bal kişand ser pêvajoya piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya PKK’ê û şewitandina çekan û ev tişt anî ziman: “Wan ev roj nedîtin lê em bi saya wan heta îro hatin. Alî, wê demê digot ‘Helbet dê rojekê aştî were lê em ê nebînin.’ Bi rastî jî wisa bû. Yên ku ev tevgera afirandin, ew bûn. Wan di vê oxirê de canê xwe dan. Bûn stûna Kurdistanê. Tu caran ji rêya rêberê xwe derneketin. Li gundekî Êlihê dest pê kirin û li Sêweregê û Curenê Reş teşe dan tevgerê. Di nava nebûnê de hebûnek afirandin. Abdullah Ocalan rê nîşan da û wan jî kir.”
Ayşe Çîçekê bi lêv kir ku birayê wê di demekê navê Kurdan jî nedihat gotin de xebat meşandiye û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj gelek biçûk bû. Nedihişt yek kes gotinekê ji partiyê re bike. Bavê min rojekê Şêx Seîd nîşan da û got; ‘Heta wî jî nekarî bi ser keve, ma hûn ê bi ser kevin?’ Wî jî got; ‘Bavo em ê ji vê mezintir bikin û dê vê carê bibe.’ Bi gotina wî bû. Piştre partî pir mezin bû.”
MA / Ceylan Şahînlî