AMED - Welatiyên Amedê têkildarî merasîma dîrokî axivîn û gotin ku divê êdî dewlet jî gavan biavêje û ew daxwaza aştî, azadî û wekheviyê dikin.
Di 9’ê Tîrmehê de banag bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin. Li ser vê yekê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 kesan pêk dihat, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya Silêmaniyeyê bi merasîmekê çekên xwe îmhakirin. Bi vê gavê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Merasîm, li Tirkiye û cîhanê deng veda.
Li Amedê jî gel bi eleqe û mereqeke mezin li ber ekranên televîzyonê merasîm temaşe kir. Xelkê Amedê ji ajansa me re axivî.
'ME GELEK BEDEL DA’
Kadriye Înanç, got ku wan bi salan gelek êş kişandine, ew aştiyê dixwazin û divê keda wan cihê xwe bigire.
Hamdiye Ay jî got ku dewlet di encama berxwedana gelê Kurd neçar me rûnê ser maseyê, divê dewlet cidî nêz bibe û ev tişt anî ziman: “Gelê me gelek bedel da. Kekê min jî şehîd bû. Ev gelê ewqas bedeldayî aştiyê dixwaze. Bila dewlet jidil û cidî be û gavên lezgîn biavêje.”
CIVAKA DEMOKRATÎK
Bahrî Îgdelî jî anî ziman ku divê modêla civaka demokratîk tavilê bikeve meriyetê û got: “Daxwaza me aştî, demokrasî, maf û hiqûq e. Divê li gorî vê gavan baivêje nexwe aştî bi yekalî nabe. Em aştî, azadî û edaletê dixwazin.”
Cezayîr Harmanê jî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke birûmet kedeke mezin daye û got: “Bawerim êdî dê gavan biavêjin. Gelek pirsgirêkên ku bên çareserkirin hene. Heke dewlet gavan neavêje dê gel bawer neke. Bila tevahiya xaka Kurdistanê azad bibe.”
Aydin Polat jî got ku heke aştî çêbibe dê hizûr hebe û ew li benda rojên xweş in.
'DIVÊ HER DU ALÎ JÎ GAVAN BIAVÊJIN’
Harun Toprak jî got ku di şerê demdirêj de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û got: “Em bi biratiyê re ne û naxwazin kesek bimire. Tu kes ji ber aştiyê winda nake. Divê dewlet gavên pêwîst biavêje.”
Mehmet Turan jî got: “Heta niha her tim aliyekî gav avêt. Divê niha her du alî jî biavêjin. Em edalet, maf, hiqûq û azadiyê dixwazin. Divê pêwîstiyên vê tavilê bicih bînin. Dive kanalên dewletê û alîgirên wan zimanê aştiyê bi kar bînin. Divê gotinên ‘terorîst’ û hwd. nekin. Çi ye ev zimanê ‘terorîst, terorîst’? êdî bes e bila dev ji vî zimanî berdin.”
MA / Fethî Balaman