Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin

  • rojane
  • 09:11 21 Tîrmeh 2025
  • |
img
AMED - Gundê Xerzika yê girêdayî Pasûrê di salên 1990'an de bi hinceta 'ewlehiyê' hate valakirin. Welatiyên ku vegeriyan gundê xwe û dixwazin ji nû ve ava bikin xwestin ku rêyên gundan wan bên çêkirin.
 
Welatiyên li gundê Xerzika girêdayî navçeya Pasûr a Amedê dijîn dixwazin rêyên wan bên çêkirin. Welatiyên ku di salên 1990'î de ji gundên xwe hatin derxistin û di sala 2010'an de vegeriyan gund, li benda çareseriya pirsgirêkên rê û avê ne. Welatiyên ku gelek caran serî li saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî dan, diyar dikin ku ji ber ku di serdema qeyûm de hat îdîakirin ku wan dengê xwe nedane AKP'ê, rêyên wan nehatine çêkirin. Li taxa ku rê lê derbas dibin, bi taybetî zivistanan veguhastin nepêkan dibe. Welatiyên ku bi çandinî û sewaldariyê mijûl in, daxwaza asfaltkirina rê kirin.
 
Sîpan Baran ku debara xwe bi sewalvaniyê dike diyar kir ku kayê ji bo heywanên bi zehmetî tînin. Baran diyar kir ku rêya 7 gundan ji heman cihî derbas dibe û got, "Li vî gundî bi qasî 2000 kes dijîn û em zivistanê hê bêhtir zehmetî dikişînin. Em dixwazin rêya me bê çêkirin.”
 
NEÇAR DIMÎNIN 10 KÎLOMETRE RÊ BIMEŞIN
 
Selahattîn Altûn anî ziman ku li gel baranê di zivistanê de ti wesayît nikarin bikevin gund û ew neçar man 10 kîlometreyan bimeşin û wiha got: "Dema em danûstendinê dikin, divê em bimeşin. Ketin û derketina gund a zivistanê ji ber şert û mercên hewayê gelekî talûke dibe. Zarok nikarin biçin dibistanê. Erebe jî nikarin biçin. Zarok ji ber ku gur û heywanên hov hene ditirsin. Em zarokan dibin dibistanê û tînin. Divê rêyekê ji me re çêbikin û avê bînin." 
 
Altûn da zanîn ku di dema qeyûm de ji wan re gotine, 'eger hûn dengê xwe bidin em ê rêyên we çêbikin' û di hevdîtina xwe ya bi qeymeqamiyê re wan jî heman bersiv dane û wiha axivî: " Şaredarî ket destê DEM Partiyê, lê wan jî tiştek nekirin. Roja din jî wesayîtên partiya (DEM Partî) jî di rê de asê man. Traktorek çû wan ji wir derxe. Serokan bi xwe jî şahidî jê re kirin û gotin, 'em ê rêyên we çêbikin'. Lê belê tiştek nekirine. Her carê ji bo çalan tije bikin qum dişînin, lê qet bi kêrî tiştekî nayê."
 
NIKARIN ZAROKAN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ
 
Cayîze Altûn ragihand ku 2 zarokên wê astengdar hene, diyar kir ku ji bo biçin nexweşxaneyê têdikoşin û wiha got: “Nexweşiya min a şekir û hîpertansiyonê heye Ez nikarim zarokên xwe yên astengdar bibim nexweşxaneyê. Ji bo rêyên bên çêkirin me timî serlêdan kirin, lê belê di dema qeyûm de ji ber ku gund dengê xwe neda AKP'ê tiştek nehat kirin.” 
 
HER TIM ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN
 
Nazîfe Baran anî ziman ku piraniya gundiyan debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin û got, "Dema heywanên me nexweş dikevin, veterîner nikarin bên. Dema ku em êm ji bo heywanên xwe tînin, divê em wê li ser pişta xwe bi barên xwe ve bar bikin an jî bi heywanan raguhêzin. Ji ber ku rê nayên çêkirin, em nikarin di betlaneyê de jî biçin serdana goristanên xwe. Em di her demsala salê de zehmetiyan dikişînin. Dema erebe derbas dibin, her der dibe toz. Dema li vê derê xaniyek tê çêkirin, malzemeyên înşaetê nikarin bên veguhastin. Li ser rêya asfalt ê barkirî ne û parçe bi parçe tên hilgirtin. Di dema ku ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin de, ji bo paqijkirina rêyan me pere dida makîneyên giran. Em dixwazin rêya me bê çêkirin."
 
Şemsettîn Ay da zanîn ku di salên 1990'î de gundên wan hatine şewitandin û piştî sala 2010'an vegeriyane gundên xwe û got, "Daxwaza me ew e ku rêya me bê çêkirin. Eger rêyên me werin çêkirin, wê pirsgirêkên me çareser bibin."
 
Havva Ay diyar kir ku zarokên wê ji bo biçin dibistanê 2 kîlometre dimeşin û wiha got: "Gundê me di salên 90'î de hat şewitandin û tiştek li dû xwe nema. Me gelekî têkoşiya û li ber xwe da. Me gelek daxwazname dan, şer kirin, lê kesî dengê me nebihîst. Em dixwazin ji bo zarokan rêyên me bên çêkirin. Em ji bo vê rêyê çareseriyekê dixwazin." 
 
Keyayê gund Fatîh Altûn ragihand ku tevî serlêdanên wan jî Şaredariya Pasûrê nekarî xebateke têrker bimeşîne û wiha got: "15-16 mezrayên bi gund ve girêdayî hene û rêyên 7 gundan jî ji wir derbas dibin. Daxwaza me ew e ku ev rê asfalt bibe. Em li vir sewalan xwedî dikin. Zivistanan hewcehiya me bi ka û êmê heye. Xwarina ku em bi kamyonê tînin tenê digihêje rêya asfaltê û nakeve rêya gund. Ji bo vê jî divê em wî barî bi traktoran 8-10 caran veguhêzin."
 
Altûn got ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxwaz kiriye ku rêya gundên wan bê çêkirin û wiha axivî: “Min du caran serlêdan kir. Gotin, 'Karker wê werin kontrol bikin ' lê kes nehat . Dema kesek nexweş dikeve, ambulans nikare xwe bigihîne Xerzîka. Nîşaneyên me tune ne û ji ber vê yekê min serî li şaredariyê da. Gotin ew ê ji bo wê jî werin, lê careke din nehatin. Em dixwazin rê û tabelayên me bên çêkirin."
 
'XEBATÊN ME DEWAM DIKE' 
 
Têkildarî mijarê me xwe gihand Hevserokê Şaredariya Pasûrê Mûrat Îpek diyar kir ku di bin şaredariya wan de 400 gund hene û ji roja dest bi wezîfeyê kirine û vir ve ew ji bo sererastkirina rêyan dixebitin. Îpek anî ziman ku wan şaredarî bi deynan bi dest xistin û bi taybetî jî destnîşan kir ku deynên Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) û Wezareta Maliyeyê 32 mîlyon e. "Dema em hatin gelek makîneyên şaredariyê bê fonksiyon bûn. Ji ber ku hemû herêma me gundî ye û budçeya me têrê nake, di çêkirina rêyan de qutbûnên periyodîk hene. Piştî hilbijartinan me li Xerzika du menfez çêkir, hin rêyên asê vekirin û her wiha em hewl didin di dema pêwîst de li ser sandiqandinê bixebitin. Çêkirina rêyên komî pêwîst e ji aliyê şaredariya bajarê mezin ve bê çêkirin. Budçeya me têra vê nake. Em jî bi wan re nîqaşan didomînin. Em ê hewl bidin daxwazên welatiyên xwe pêk bînin."
 
MA / Sema Bîngol
 

Sernavên din

14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê