STENBOL – Nivîskar Yalçin Karadaş da zanîn ku banga Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê de hatibû kirin girîng e û wiha axivî: “Wek gelê Çerkez em dixwazin di komîsyona ku were avakirin de cih bigirin.”
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 11'ê Tîrmehê de ji aliyê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve li Şikefta Casenê ya girêdayî bajarê Silêmanî ya Herêma Federal a Kurdistanê merasîma îmhakirina çekan hate lidarxistin. Ji gelek deverên cîhanê hunermend, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan tevlî merasîmê bûn.
Nivîskar Yalçin Karadaş diyar kir ku wî banga Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê li nasnameyên cuda yên li Tirkiyeyê hêja ye û ew dixwazin weke Çerkez beşdarî xebatên komîsyona dema pêş a li meclisê bê avakirin bibin.
Karadaş anî ziman ku piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gaveke girîng e û wiha got: "Ti kes bi hestên însanî û hurmeta xwe ji çand û nasnameyên cuda re, wê ji gotinên aştî û demokrasiyê aciz nebe. Em weke pêşketineke gelekî erênî dibînin. Eger wê aştî pêk were, divê piştre demokrasî geş bibe. Bêyî aştiyê hûn nikarin demokrasiyê pêk bînin. Lê belê bi salan e li Tirkiyeyê demokrasî di devê siyasetmedar û rewşenbîran de veguheriye gotineke vala. Ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê gelek pênaseyan dikin. Lê belê demokrasî yekjimar e û pênaseya wê jî pir zelal û rasterast e. Eger li welatekî, gel, civak û baweriyên ji paşerojeke gelekî cuda ya etnîkî bên tinehesibandin, demokrasî nikare li wir hebe. Di vî warî de em destekê didin pirsgirêka aştiyê. Ez bi xwe, ji vê pêvajoyê gelek memnûn im. Lê belê ev yek wê bi çi rengî dewam bike, ji bo me ji aliyê perspektîfa gelên cuda ve cihê meraqê ye."
ROLA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ
Karadaş destnîşan kir ku ji bo pêkhatina aştiya rasteqîn a li Tirkiyeyê pêwîstî bi veguherîneke bingehîn heye û wiha got: "Divê destûra bingehîn a vî welatî ji destpêkê heta dawiyê were guhertin. Di çêkirina destûra bingehîn a nû de an jî di komîsyonên ku li meclisê bên avakirin de ne tenê nûnerên partiyên siyasî nûnerên her nasname, mirovên aqilmend û kesayetên ku hemû kesên din ên vî welatî temsîl dikin divê li hev rûnên, nîqaş bikin û piştre destûreke bingehîn a demokratîk binivîsin da ku aştiyeke rasteqîn pêk were. Yên dibêjin, 'Ev nayê nîqaşkirin, ev nayê nîqaşkirin' teqez naxwazin ev civak demokratîk bibe. Li vî welatî Kurd, Çerkez, Laz, Gurcu û gelek gelên din hene. Îdeolojiya fermî û felsefeya perwerdeyê ya fermî van pêşdarazan derdixe holê. Ji ber vê yekê ev pirsgirêk bi guhertinên derûnî yên 3-5 li ser destûra bingehîn nayê çareserkirin. Divê destûreke bingehîn a ku Tirk, Kurd, Çerkez, Laz, Ereb û Asûrî xwe lê hîs dikin, bê çêkirin."
‘DIVÊ DEWLET XWE BIGUHERÎNE’
Karadaş dazanîn ku piştî merasîma şewitandina çekan a PKK'ê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li meclisê avakirina komîsyonekê nîşan dide û got, "Felsefeya damezrîner û perwerdeyê ya Tirkiyeyê bal kişandiye ser tiştekî. Zîhniyeteke 'Em nasnameyên etnîkî û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê ji hev cuda bikin û sunî bikin, her çi dibe bila bibe heye' ev zîhniyet heta roja îro hatiye meşandin. Weke Çerkez bendewariya me ev e: Divê dewlet bêje ku neheqî li Çerkez, Kurd, Suryanî û komên din ên etnîkî kiriye. Divê dewlet lêborînê ji vî gelî bixwaze. Divê dewlet teqez xwe biguherîne.”
‘ÇALAKIYEKE MÎTOLOJÎK E’
Karadaş anî ziman ku şewitandina çekên PKK'ê xwedî wateyên dîrokî û mîtolojîk e û wiha got: "Çalakiya şewitandina tiştekî dikare di çand û dîroka her neteweyê de bi wate be. Mînak çalakiya 15 jin û 15 mêrên ku çekên xwe di qalibekê de dişewitînin, di mîtolojiya Kurdî de referansa Kawayê Hesinkar e. Ji ber ku agir di dîroka Kurdan de serketinê, berxwedan û azadiyê sembolîze dike. Yanî xwestin ragihînin ku em teslîm nebûne û eger wê aştî çêbibe em ji vê re amade ne. Û ev jî mesaja 'em ji nû ve ji dayik dibin' e. Yanî ev çalakî ne tenê çalakiyeke hêsan a danîna çekan bû, çalakiyeke xwedî girîngîya mîtolojîk û kûrahîyê bû. Destnîşan dike ku têkoşîna gelê Kurd bi ser ketiye û ew ê mîna Weke gelê Çerkez, hêvîdar im wê bi rastî jî aştî pêk were, bi rastî jî bêyî ti pêşhikumên hatine pêşkêşkirin wê demokrasî pêk were."
‘BANGA OCALAN GIRÎNG E’
Karadaş diyar kir ku wî banga Abdullah Ocalan di 9'ê Tîrmehê de gotibû, ‘Divê bêjim ku ez bi kelecan li benda her cure rexne û pêşniyarên der barê pêvajoyê de me, her wiha tevkariyên we hêja ne’ û wiha axivî: “Mînak, tê payin ku di rojên pêş de li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin. Komîsyon wê bi rastî jî avabûneke ku tevkariyê li demokratîkbûyînê bike biafirîne? Mesela, rewşenbîr û demokratên Çerkez wê tevlî vî karî bibin? Weke Çerkezan me beriya niha hem ji aliyê şexsî hem jî weke saziyên xwe, di dema nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû de hem li Tirkiyeyê hem jî li Parlamenta Ewropayê, daxwaz û pêşniyarên xwe yên li ser destûra bingehîn a nû bilêv kiribûn. Esas, daxwaza me wiha ye; em demokrasiya rast dixwazin. Em jî dixwazin tevlî van xebatan bibin. Di nava van hewldanan de cihdana nûnerên nasnameyên cuda bi kêrî tiştekî tê û girîng e."
MA / Esra Solîn Dal