RIHA – Belavkarê rojnameyê Hamdullah Bayram, di danişîna yekemîn a doza ku tê darizandin de, nehate berdan.
Yekem danişîna doza belavkarê rojnameyan Hamdullah Bayram ê ku bi îdiaya binpêkirina qedexeya derketina derve tê sûcdarkirin, hate lidarxistin. Parêzerê Bayram, Resul Temur, endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Rihayê beşdarî danişînê bûn. Bayram jî ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, bi rêya SEGBİS’ê beşdarî danişînê bûn.
Şandeya dadgehê, çarçoveya dosyayê kire hincet û biryara berdewamiya girtina Bayram da. Danişîn taloqî 23’yê Cotmehê bû.