ENQERE - Hiqûqnas Kerem Altiparmak bal kişand ser gotinên Akin Ozturk ku ji bo Komkujiya Roboskê digot "Ez dizanim kê ferman da ye" û wiha bal kişand ser komîsyona li Meclisê: "Bi rastî jî ev îfade divê weke firsend bê dîtin û li pey vê bikevin."
Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê Orgeneral Akin Ozturk ku bi sedema hewldana derbeyê hatibû girtin, di danişîna doza xwe de got ku ew dizane kê fermana Komkujiya Roboskê ya di sala 2011’an de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê hatibû kirin, daye. Ozturk, diyar kir ku ew ê di rojên pêş de nasnameya kesê ferman daye ragihîne. Îfadeyên Ozturk, careke din berpirsyarên komkujiyê xist rojevê.
Endamê Komîsyona Hiqûqnasên Navneteweyî Kerem Altiparmak, têkildarî van nirxandinan axivî.
‘KESÊ FERMAN DAYE NEHAT LÊKOLÎNKIRIN’
Altiparmak, diyar kir ku Ozturk tiştekî nû nabêje lê belê balê dikişîne ser mijareke girîng û wiha got: “Ji sala 2011’an heta niha lêpirsîneke ji hêla Serfermandariya Giştî ya Artêşê yek jî ji hêla Fermandariya Hêzên Hewayî ve hatiye vekirin. Her wiha lêpirsîneke îdarî hatibû vekirin. Ev lêpirsînên cezayê herî dawî li Serfermandariyê bûn yek. Di lêkolîna îdarî de jî raporeke berfireh hat amadekirin. Piştî van lêpirsînan jî Wezareta Karên Hundir raporek amade kir. Niha, di tu yek ji van 4 lêkolîn û lêpirsînan de kesê ferman daye nehate lêpirsîn.”
'DI TEVAHIYA DOZÊ DE EV PIRS QET NEHATE KIRIN’
Altiparmak, bi bîr xist ku di qonaxa lêpirsînê de bêyî pirsa “Ferman kê daye?” were kirin biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hatiye dayin û wiha pê de çû: “Sîfetê gumanbar ne li kesê ferman daye lê li kesên xwedî raye yên ferman bi cih anîn hate kirin. Anku pirsên, kê ferman da, çawa pêk hat nehatin kirin. Lewma ez van gotinan weke tiştekî nû nabînim. Lê geşedaneke pir girîng e. Ji ber ku cara ewil e di nava teşkîlatê kesek dibêje ku bila ev pirs were kirin. Ev bû 14 sal em li ser Roboskê diaxivin lê nizanin kê ferman daye.”
Bi domdarî Altiparmak anî ziman ku biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” teqez bûye û îtîraza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye kirin jî ji ber hinceta ku rojekê dereng maye ji hêla usûlê ve weke “serlêdan nayê qebûlkirin” hatiye redkirin. Altiparmak, ev yek weke hinceteke jirêzê pênase kir. Altiparmak, got: “Piştî biryara DMME’yê, wezîrê demê yê Wezareta Xizîne û Darayî Berat Albayrak di sala 2019’an de got ‘Ev bûyer jî avadaniya behsa xeberê kir.’ Li hêla din dozgerê ev dosya girtî û 2 dadgerên ev biryar erê kirin ji FETO’yê hatin îxrackirin. Li ser vê yekê me dîsa daxwaza lêpirsînê kir. Me got; ‘ev delîleke nû ye’ û divê dîsa lêpirsîn were vekirin. Diviyabû pirsa ‘Te li gorî çi ev gotin kir?’ ji Albayrak bihata kirin.”
'DAXWAZ HATIN REDKIRIN’
Altiparmak, da zanîn ku îtîraza li dijî redkirina daxwaza wan a nû jî ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ve hatiye redkirin û li ser vê yekê serî li AYM’ê dane. Altiparmak, got: “Ev serlêdana me ya di sala 2019'an de mehek berê ji hêla AYM’ê ve bi hinceta ‘nayê qebûlkirin’ biencam bû. Me di serlêdana xwe de biisrar cih da gotinên Albayrak lê AYM’ê dîsa jî di biryara xwe de qet qala vê nekir. Lewma jî dê gelek hêsan nebe ku delîleke nû mirov weke delîl bi AYM’ê bide qebûlkirin. Dibe ku AYM, serlêdaneke di çarçoveya îfadeya Ozturk de jî weke ‘îdiaya razber’ binirxîne û red bike. Divê gotinên Ozturk bi delîlan were xurtkirin.”
‘NY CIDÎ NÊZÎ PIRSA KESÊ FERMAN DAYE BÛ’
Altiparmak, daxuyand ku piştî biryara AYM’ê ya di sala 2021’ê de, serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dane û NY’ê di sala 2024’ê de ji hikûmetê parastin xwestiye. Altiparmak, destnîşan kir ku hikûmetê 9 meh piştre parastin ji NY’ê re şand û ev tişt anî ziman: “NY, pir cidî nêzî mijara biryarê ya di serlêdanê de. Bêguman nikarim hûrgiliyên wê parve bikim. Ev, veşarî tê hesibandin. Lê daxuyaniya Ozturk û biryara redkirinê ya AYM’ê dikare bandorê li van her du pêvajoyan bike.”
'DIVÊ GOTINÊN OZTURK WEKE FIRSEND WERE DÎTIN’
Altiparmak, got “Heke Akin Ozturk tiştên ez dizanim bizane pişta wî xurt e” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pir aşkeraye ku Akin Ozturk ji tiştên ez dizanim gelek zêdetir tiştan dizane. Ez tiştên vekirî yên di dosyayê de dizanim. Îxtîmale ku ew gelek zêdetir tiştan dizane. Lewma li gorî min gotinên wî rast in. Ez nizanim bi çi armancê gotiye lê li gorî min rastiyê dizane. Dizane ku hin kes berpirsyarin jî. Komîsyona li Meclisê divê rabûrdiyê paşguh neke ku Roboskê yek ji mînakên sembolîk e. Lewma divê gotinên Akin Ozturk weke firsend bên dîtin û bên şopandin. Ji bo civakîbûna pêvajoyê, hevrûbûna bi Roboskê re girîng e.”
‘DIVÊ KOMÎSYON VÎ WÊNEYÎ DERXÎNE HOLÊ’
Altiparmak, destnîşan kir ku divê komîsyon ji bo çareserkirina travmayên civakî jî nexşerêyekê xêz bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev komîsyon nikare hemû bûyerên di 40 salan de qewimîne çareser bike lê dikare wêneyekê wê derxîne holê. Divê di komîsyonê de kesên pispor tê de cih bigirin. Divê ev kes jî ji hêla hiqûqî ve xwedî parêzbendiyê bin. Heke komîsyon van temînatan bide dê gelek pêş bikeve.”
MA / Omer Gungor