NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Înstagramê li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa Welat li Tirkiyeyê asteng kir.
Ajansa Welat ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat. Hesabê Ajansa Welat ê înstagramê (@ajansawelat1) li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê hat astengkirin.
Ajansa Welat diyar kir ku wê îtîrazî biryarê bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin.
Hesabê nû yê înstagramê yê Ajansa Welat ev e: @AjansaWelat2
HESABÊ ROJNAMEYA XWEBÛNÊ JÎ HAT ASTENGKIRIN
Platforma Înstagramê hesabê Rojnameya Xwebûnê bi hinceta ku “Tevgera hesabê Xwebûnê bi kes an rêxistinên bi talûke re heye” bi temamî girt.
Hesabê Xwebûnê yê nû @xwebunrojname2 ye.