Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

  • rojane
  • 10:39 17 Tebax 2025
  • |
img

AMED - Di anketa Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê de ji sedî 97,79’ê beşdaran xwestin di hemû qonaxên perwerdeyê de Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.  

 
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, ji bo hînkirina “Asta bikaranîna zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî û daxwaz û meylên ji bo zimanê dayikê” ya li Tirkiyeyê, di navbera 17-21’ê Tîrmeha 2025’ê de li 23 bajaran bi tevlibûna 2 hezar û 378 kesan re anketeke online kir. Anket li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Samsun, Balikesîr, Antalya, Mêrsîn, Bursa, Edene, Amed, Erzirom, Semsûr, Wan, Mêrdin, Riha, Çêwlig, Agirî, Şirnêx, Dîlok, Êlih, Dêrsim, Meletî û Sêrtê hate kirin. Di anketê de daxwaza zimanê dayikê derket pêş. Ji sedî 88,2’yê beşdaran gotin bi zaravayê Kurdî ya Kurmancî, ji sedî 10,4’an got ku bi zaravayê Kirmanckî û yên din jî gotin bi zaravayên din diaxivin. Ji sedî 23,5’ê beşdaran gotin zimanê dayikê “pir baş”, ji sedî 43,2’yan got “baş” diaxivin û ji sedî 16,2’yan jî got “nebaş” diaxivin. Di anketê de, piraniya kesên gotin zimanê dayikê pir baş an jî baş diaxivin kesên sere bûn û yên nebaş diaxivîn jî ciwan in. 
 
Di anketê de piraniya beşdaran gotin ku dayik û bavên wan di navbera xwe de bi zimanê dayikê diaxivin, beşdar jî piranî bi dayik û bavên xwe re bi Kurdî diaxivin lê ji sedî 27,8’ê beşdaran gotin ku bi hevjînên xwe re tenê bi Tirkî diaxivin. Di anketê de ev rewş wiha hate nirxandin: “Her ku temen mezin dibe û asta perwerdeyê dikeve, rêjeya axaftina bi zimanê dayikê ya bi hevjînan re bi awayekî sîstematîk zêde dibe.” 
 
'JI SEDÎ 24 JÊ BI KURDÎ DIAXIVIN’ 
 
Di anketê de ji bo hînkirina rêjeya bikaranîna zimanê dayikê ya di nava malbatê de pirs hatin kirin. Li gorî bersivand; ji sedî 33,6’ê beşdaran zarokên wan tune ne, ji sedî 40,1’ê jî got ku zarokên wan bi wan re bi Tirkî diaxivin. Hat diyarkirin ku hejmara kesên dibêjin bi wan re piranî bi Kurdî tê axaftin jî ji sedî 24,7 e. Rêjeya kesên digotin zarokê/a wan bi wan re Kirmanckî diaxive jî ji sedî 1,3 ye. 
 
RÊJEYA GUHDARÎKIRINA MUZÎKÊN KURDÎ: JI SEDÎ 77,9  
 
Ji bo pirsa “Asta zanîna zimanê dayikê ya zarokê/a we çi ye?” jî ji sedî 33,6’ê beşdaran gotin “Zarokê/a min nîne”, “ji sedî 7,3’yan got “Pir baş e”, “ji sedî 13,5’ê got “baş e”. Ev encam jî di anketê de wiha hate nirxandin: “Ev daneye nîşan dide ku her çend dayik û bavên beşdaran bi wan re bi Kurdî biaxivin jî, beşdar bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin.” 
 
Ji sedî 33,6’ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo haya wê jê heye ku mafê zarokên we heye ku li dibistanê dersên Kurmancî-Kirmanckî hilbijêrin?” gotin “Zarokên min tune ne”, ji sedî 45,5'ê got “Erê”, ji sedî 21’ê jê got “Na”. Ji bo pirsa “Di nava rojê de hin çiqas bi zimanê dayikê diaxivin.” Ji sedî 57,1’ê beşdaran got “Ez piranî diaxivim”, ji sedî 25,7'ê beşdaran got “Car bi car diaxivim”, ji sedî 12,3'ê got “Ez kêm diaxivim” û ji sedî 4,9'an jî got “Ez qet naxivim.” 
 
Ji beşdaran pirsa “Gelo hûn çiqas li muzîkên bi zimanê dayikê guhdarî dikin” hate pirsîn. Ji beşdaran ji sedî 77,9'an jê got “Ez piranî guhdarî dikim”. Rêjeya xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê hate pirsîn û ji beşdaran ji sedî 15,4'an jê got “Pir baş” û ji sedî 22'yan jî got “Baş e.”
 
DAXWAZA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ: JI SEDÎ 97,9  
 
Di anketê de têkildarî parastin, pêşxistin û daxwazên têkildarî zimanê dayikê jî hatin kirin. Ji sedî 97,9’ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin di hemû qedemeyên dibistanên Tirkiyeyê de Kurdî zimanê perwerdeyê be?” got “Erê”. 
 
Ji bo pirsa “Ji bo parastin û pêxşistina zimanê dayikê, pêşniyara we ya ewil çi ye?” jî ji sedî 51,9’ê beşdarna got “Divê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê derfet bên dayin”, ji sedî 16,6'an got “Naskirina fermî/statu/qanûnî ya zimanê dayikê”. 
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN