KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û got ku qirkirina li Kurdistanê encama şerê taybet e. KJK’ê, li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir. 
 
Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê û bandora wê. KJK’ê, da zanîn ku şawatên daristanan ên li Kurdistanê encama polîtîkaya şerê taybet û yên li Tirkiyeyê jî encama xemsarî û rantê ne.
 
KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: 
 
Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku bandorên texrîbatên ekolojîk roj bi roj zêde dibin. Sedema vê yekê jî, mijarên jîngehê yên gerdûnî yên weke guhertina avhewayê, qirêjiya jîngehê û windakirina cihêrengiya biyolojîk e.
 
Gerstêrka ku em lê dijîn, bi destê desthilatdarî û kedxwarî ku ji aliyê mirovan ve hatine keşfkirin ve, ber bi hilweşînê ve tên birin. Ji ber polîtîkayên ku ekosîstemê li ber çavan nagirin, çavkaniyên me yên jiyanê yên bingehîn ên weke av, hewa û axê tên qirêjkirin û tunekirin. Helwestên xweperest, berjewendperest, hiyerarşîk û exlaqî yên îflaskirî, li dijî gerstêrka me û jiyanê bi xwe şerê tunekirinê dimeşîne. Endustriyalîzm ku stûna bingehîn a sîstema talanker a kapîtalîst a li ser esasê berhevkirina sermayeyê ye, ne tenê kedxwariya mirovan îstîsmar dike, di heman demê de xwezayê jî weke objeyek dibîne û xerckirina bêsînor a li ser wê weke maf dibîne. Çavkaniyên xwezayî bi awayekî hovane tên xerckirin û çopên pîşesaziyê yên di dema hilberînê de derdikevin holê, av, ax û hewaya me jehrî dike. Dewlet ne tenê zemînê ji bo vê sîstema îstismarkirinê ji bo şîrketan amade dikin, di heman demê de bi şer û çekên ku ew hilberînin, piştgiriyê didin û vê pêvajoyê hêsantir dikin.
 
YEK JI PIRSGIRÊKÊN HERÎ BINGEHÎN ÊN JÎNGEHAN ŞEWATÊN DARISTANAN E
 
Texrîbata îro ya li ser daristanan, yek ji mezintirîn pirsgirêkên jîngehê yên cîhanê ye. Her sal bi milyonan hektar daristan tên tunekirin, ku dibin sedema gelek pirsgirêkan, ji guherîna avhewayê, heta kêmbûna cihêrengiyê biyolojîk. Dar û daristan ji bo hevsengiya ekosîstemê pir girîng in. Ji ber vê yekê daristan wekî ‘pişikên gerstêrka me’ têne binavkirin. Daristan hêmanên bingehîn in ku hevsengiya hewa, av û axê diparêzin. Birîna daristanan avhewayê diguherîne, cihêrengiya wê ya biyolojîk wêran dike û zirarê dide av û axê.
 
BI PROJEYÊN LI DIJÎ JÎNGEHÊ RE, GIYANA XWEZAYÊ TÊ TUNEKIRIN
 
Li Tirkiyeyê, wekî li deverên din ên cîhanê, santralên hîdroelektrîkê (HES), JES, GES, Rêya Kesk û projeyên madenê zirareke mezin dane jîngehê. Ziwabûna çavkaniyên avê, tunekirina qadên daristanan ji bo çêkirina rê, qirêjiya hewayê ku gihîştiye astên ku jiyanê tehdît dikin, berhemên ku ji ber bêqezenciyê di zeviyan de mane, zêdebûna hişkesaliyê û şorbûna axê nîşaneyên zelal ên hilweşîna ekolojîk in. Têkiliyên hilberînê yên pergala kapîtalîst hem sedem û hem jî encama vê hilweşînê ne. Ev pergala neheq û bêwijdan çavkaniya krîza ekolojîk e. Îro, gelek herêmên Tirkiyeyê, bi taybetî Kurdistan, hilweşînek xwezayî ya berfireh dijîn. Navê vê talan û komkujî ye. Zêdebûna rêjeya şewatên daristanan ji ber zêdebûna germbûna gerdûnî nîşan dide ku ew ji hêla hin koman ve têne destpêkirin.
 
LI KURDISTANÊ ŞERÊ TAYBET, LI TIRKIYEYÊ JÎ XEMSARÎ Û RANT
 
Her çiqas şewatên daristanan li rojavayê Tirkiyeyê ji ber xemsarî û rantê rû didin jî, em dizanin ku şewat û birîna daristanan li bajarên Kurdistanê wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Ev pêvajo, ku di salên 1990’î de bi valakirina gundan dest pê kir, îro jî bi polîtîkayên birîna daristanan berdewam dike. Tiştê ku li vir diqewime ne şewateke sade ye, kiryareke eşkere ya birîna daristanan û talankirinê ye. Ev pêkanîn guhertoyek modernîzekirî ya polîtîkayên şer ên faşîst û cudakar in û sûc in ku li dijî wijdanê mirovan derdikevin. Hem polîtîkayên bidestxistina qezencê û hem jî polîtîkayên şerê taybet di wêrankirina xwezayê de li Kurdistanê rol dilîzin. Ev polîtîka ne tenê çanda me, di heman demê de erd, ekosîstem, hewa û ava me jî hedef digirin. Ji ber ku her dareke şewitî ne tenê nebatek e; ew di heman demê de hêlîna bi hezaran çûk û kêzikan e û stargehek ji bo heywanên kovî ye.
 
NAVÊ VÊ QIRKIRINA JIYANÊ YE
 
Her çiqas daristaneke wêrankirî ji bo vegera rewşa xwe ya ewil hewcehî bi dehsalan dibîne, mixabin hin ekosîstem bi awayekî mayînde zirarê dibînin. Şewat dibe sedema wêrankirina jîngehên jiyanê û windakirina debara mirovên ku xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina heywanan. Ne tenê gundek dişewite; bîranîn, kevneşopî û girêdanên civakî yên bi zehmetî hatine bidestxistin jî di agir de dişewitin. Navê vê qirkirina jiyanê ye. Dewleta Tirk Kurdistan wekî herêmeke ewlehiyê ya taybet îlan kiriye, talankirina daristan û xwezayê wekî mafek rewa dibîne. Îro, wêrankirina xwezayê li Kurdistanê di bin çavdêriya dewletê de berdewam dike. Ev talankirin, ku ji hêla dewletê ve tê teşwîqkirin û heta rasterast tê kirin, bi tevahî nayê qebûlkirin.
 
ŞEWAT SÎSTEMATIK IN
 
Em diyar dikin ku şewatên ku hema hema rojane li welatê me derdikevin, bi bêhişmendî an jî bi hewaya germ nikare bê ravekirin. Ev agir bi awayekî sîstematîk tên pêxistin. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna rêxistinkirî li dijî berpirsiyarên van karesatan berfirehtir bikin. Divê em polîtîkayên wan ên hovane yên rantê û pêkanînên mêtinger deşîfre bikin û ji wan hesab bipirsin. Divê em hevgirtin û têkoşîna kolektîf li seranserê Tirkiye û Kurdistanê xurt bikin. Divê em daristan, çavkaniyên avê, kanan, ax û baxên zeytûnên xwe bi hev re biparêzin. Em tenê dikarin van hilweşînan bi têkoşîna kolektîf a bi hemû beşên civakê re, rawestînin. Ji ber ku heke em daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe neparêzin, jiyana me jî dê ligel xwezayê wêran bibe. Li dijî desthilatdariya zalim ku roj bi roj mîrateya me tune dike, divê em xwedî li daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe derkevin. Heke têkoşîn neyê meşandin, bi tunekirina xwezayê re wê jiyana me jî tune bibe. Li dijî talan û tunekirina bedewbûn û bereketa ku xweza diyarî me kiriye, divê bêyî rawestandin têkoşîna xwe ya ekolojîk berfireh bikin. Îro, em şahidê têkoşînên hêja yên komên dilxwaz, rêxistinên civaka sivîl, gelê herêmî û jinan li gelek deveran in. Helwesta biryardar a jineke 80 salî ku vê dawiyê ji gundekî Muglayê ber bi Enqerê ve çû da ku li dijî qanûna madenê ya ku li Meclisa Tirkiyeyê tê nîqaşkirin derkeve û her wiha qîrîna kesên ku li ber Meclîsê şaxek zeytûnê girtin û gotin, ‘Ger ev biqede, jiyan jî diqede’, mînakên girîng ên vê têkoşînê ne.
 
ŞEWAT Û TALAN VEGUHERÎ PIRSGIRÊKA MAYINDE
 
Şewat û talankirina daristanan veguheriye pirsgirêkeke civakî ya mayinde. Ji ber van hemû sedeman em vê yekê dibêjin; şewat ne tenê afeteke xwezayî ye, encamek ji xemsarî û polîtîkayên kar-qezencê ye. Êdî roj hatiye ku mirov li ber zilma van kiryarên zalim ên şîrket û dewletan rabin ku bi tunehesibandina jiyana mirovan, heywanan û daran tenê ji bo qezenca xwe tevdigerin û talan dikin. Roj ne ew roj e ku em hêrsa xwe veşêrin. Tenê di nava pênc salên dawî de qadeke daristanî ya bi qasî 55 hezar qadên futbolê şewitî, hate şewitandin. Eger li hemberî vê yekê têkoşîn neyê weşandin, ku navê xwe felaket e, wê kengî û ji bo çi têkoşîn bê meşandin? Dem hatiye ku li hemberî van êrişên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jiyan û paşeroja me têne kirin, dem hatiye ku em rê, gotin, hêrs, nerazîbûn, serhildan û çalakiya xwe bikin yek.
 
DIVÊ TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK BÊ MEZINKIRIN
 
Divê em ji bîr nekin, sebra 'Dayika me-Xweza'yê heta cihekî ye. Û ew tu carî ya ku lê hatiye kirin ji bîr nake. Beriya her tiştî divê em jin li ber vê talankirina xwezayê rabin. Em bang li rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ku parastina xwezayê weke pîvaneke parastina jiyan û paşerojê bibînin û li hemberî van derdorên zalim, mêtinger û rantxur têkoşînê bilind bikin. Li hemberî kiryarên mêtinger ên ku welatê me Kurdistanê bê daristan dihêlin û pêşkêşî rantxuran dike, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna ekolojîk li her qadê bi rengekî rewa, bi bandor û girseyî bilind bikin."
 

Sernavên din

20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN