Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde

  • rojane
  • 10:05 19 Tebax 2025
  • |
img

RIHA - Rojnameger Nîhat Kaya diyar kir ku Tirkiye hewl dide li ser HTŞ’ê li Sûriyeyê bibandor be û got: “Divê Tirkiye xwe ji dijminatiya li Kurdan rizgar bike. Nexwe dê li Sûriyeyê bi temamî li derveyî siyasete bimîne.” 

Ji 8’ê Kanûna 2024’an roja rejîma Baasê hatiye hilweşandin heta niha li Sûriyeyê alozî didome. Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet El Şara de mitabeqeteke ji 8 xalan pêk tê hate mohrkirin. Ev mitabeqet jî nekete meriyete. Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) gelek caran bi daxuyaniyan bang li hikûmeta demkî kir ku xalên mitabeqetê cîbicî bike. Piştî mitabeqetê, li Şamê hevdîtinek hate kirin lê encamek jê derneket. Dihat payîn ku li Parîsê hevdîtin bên domandin lêbelê hikûmeta Şamê bi hinceta “Em amade nînin” ev civîn hate taloqkirin. Piştre jî rayedarên hikûmeta demkî ragihandin ku ew ê tev li hevdîtina li Parîsê nebin. 
 
Di demekê ku çareserî pêşneketî, pevçûn didomin û li herêmên qeraxê û li herêma Siwêydayê komkujî tên kirin de Durziyan bang li HSD’ê kir. Rojnameger Nîhat Kaya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite, têkildarî pêvajoyê û pêşniyarên çareseriyê axivî. 
 
‘NÊZIKATIYA ŞAMÊ JI ÇARESERIYÊ DÛR E’  
 
Kaya, di serî de mitabeqetA 10’ê Adarê bi bîr xist û got ku HSD’ê bi awayekî însanî xwest pêşî li komkujiyên ser Elewiyan bigire. Kaya, wiha domand: “Qaşo ev rêveberî ji bo rizgarkirina Sûriyeyê, ji cîbicîkirina ewlehiyê hatiye avakirin. Lêbelê hêzên di bin kontrola wê de, mîna li Şengalê komkujiyan dikin. Ev yek ji bo Şamê dîmenekî baş nebû û deste wê zeîf kir. Komkujiyên li dijî Elewiyan nîşan da ku kontroleke tam a Şamê li ser hêzên wê nîne. Tevî van geşedanan jî Şamê egerên vê mitabeqetê bicih ne anî. Şandeyên hikûmeta demkî ji Rêveberiya Xweser re şandî ji lihevkirin û entegrasyonê dûr in. Şandeya wna got ‘bendavan teslîm bikin’, ‘HSD’ê fesix bikin’, ‘Sînor, petrolê teslîm bikin’ û hwd. Ev zext dikirin. Van zextan jî di nava mitabeqetê de cih nedigirt. Nêzikatiya giştî ya Şamê, ferzkirina pergalekî dîktayê ya nû ye ku li herêmê tê ferzkirin.” 
 
‘REJÎM HÊZA XWE JI TIRKIYEYÊ DIGIRE’ 
 
Bi domdarî Kaya, komkujiyên li herêmên qeraxê û li Siwêydayê hatine kirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêdengiya hêzên navneteweyî hêz da rejîma Şamê. Bi taybet jî Şam ji têkiliyên Tirkiyeyê hêz digire. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, şêweyê hevdîtinan a di navbera HSD û Şamê yên li Parîsê guherîn. Ev xisûseke girîng e. Di serî de Hakan Fîdan, bandoreke mezin a Tirkiyeyê heye ku ev hikûmet bidome. Heta di dema hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser re de navber tê dayin û di wê navberê de şandeya Şamê li Konsolosxaneya Tirkiyeyê diğere, nêrînan parve dike û piştre di carekê de rewşa hevdîtinê diguhere. Îdiayên bi vî rengî hene. Îdiayek heye ku avahiyeke aydê Tirkiyeyê li cem avahiya hikûmeta Colanî tê de dimîne heye, di wir de endamên MÎT’ê dimînin, hemû biryar û hevdîtin bêyî erêkirina wan nakevin meriyetê.” 
 
‘TIRKIYE JI HEVDÎTINAN ACIZ E’  
 
Kaya, got ku Tirkiyeyê bi tu awayî di hevdîtinên dihat plankirin li Parîsê bên lidarxistin de cih nedigirt û veguhestina hevdîtinan a li Parîsê rewşa hevdîtinan jî guherandiye û wiha pê de çû: “Dihat xwestin ku Tirkiye li derveyî hevdîtinan were giritn. Vê jî Tirkiye gelek aciz kir û mudaxile kir. Têkiliyên kûrewî diguherin û hevkêşeyên nû ava dibin ku ev jî dê bandorê li siyaseta derve ya Tirkiyeyê bikin. Tirkiye îro ji Mazlum Ebdî û HSD’ê re dibêje ‘terorîst.’ Lêbelê siyaseta cîhanê dixwaze bi wan re têkiliyan pêş bixe. Mazlum Ebdî muxatab digirin. Dibe ku sibe ji bo HSD’ê jî argumanên cuda pêş bikevin. Divê Tirkiye bizane ku êdî nema dikare bi argumanên berê siyaseta xwe bidomîne. Têkiliyên cuda û nakok derketin holê. Tirkiye hêj gotinên bere dike, gavekî naavêje û xwe ji fobiya Kurd rizgar nake. Ji ewil got ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ û li ser wan polîtîkayek pêş xist. Niha jî HTŞ’ê hembêz dike. Li gorî nêrîna min, pêşeroja HTŞ’ê gelek ronî nîne. Ji ber ku nikare hêzên di bin sîwana xwe de kontrol bike. Sibe dusibe dê di navbera wan de şerê navxweyî derkeve.” 
 
'JI DEMÊ RE VEDIHÊLE’ 
 
Kaya, anî ziman ku pêvajoyeke bi demê re hatiye vehêlandin dê ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek nebaş be û axaftina xwe wiha qedand: “Em dibînin ku niha pêvajoyeke ji demê re hatiye vehêlandin heye. Ev yek, nakokiyên navxweyî yên Sûriyeyê jî derdixe holê. Roj bi roj HTŞ û Colanî serweriya xwe ya li ser Şamê winda dikin. Lewma piştevaniya navneteweyî roj bi roj kêm dibe. Welatên din xwestin kontrolê bixin deste HTŞ’ê û siyaseta Sûriyeyê ji Tirkiyeyê rizgar bikin. Plan ew bû ku zêdetir siyaseta wê bixin bin kontrola Erebistana Siûdî û hêzên din ên hegemon. Ev jî dihat wê wateyê ku Tirkiye di siyaseta Sûriyeyê de li derve were hiştin. Divê Tirkiye ji gotinên 100 sal berê û ji fobiya Kurd rizgar bibe. Nexwe di siyaseta Sûriyeyê de dê bi temamî li derve were hiştin. Tekane rêya ku xwe bikare di siyaseta Sûriyeyê de bigire ew e ku zêdetir li ser Kurdan siyasetê bike. Li hêla din rewşa navxweyî ya Sûriyeyê heye. Sûriye, kozmopolît e. Gelek nasname lê dijîn. Ev rewş jî, herêmên Rêveberiya Xweser jî di nav de, hewcehî bi avadaniyeke hemû derdorên cuda di nav xwe de dihewîne dike. Lêbelê HTŞ’î berevajiya vê dikin. HTŞ dixwaze pergalekî her tiştekî dixe bin kontrola xwe ava bike û vê ferz dike. Ev jî ne li gorî ruhê Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser eşîr kom kiribû û pê re konferans li dar xistibû. Her wiha eşîrên li deverên din ên Sûriyeyê jî tev li konferansê bûn û piştgirî dan. HTŞ’ê jî ev kir hincet û xwe ji hevdîtinên Parîsê vekişand. Ev jî nîşan dide ku HTŞ, Rêveberiya Xweser ji bo xwe weke xetereyê dibine. HTŞ nikare vê pêvajoyê birêve bibe. Lewma jî pêvajo dirêj dibe. Her ku pêvajo dirêj dibe jî rengê HTŞ’ê zelaltir dibe. Li gorî min ev jî dê li Sûriyeyê bi xwe re rêxistinên nû û rêveberiyên nû bîne.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 
 
 

Sernavên din

20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN