STENBOL - Kovara Jinê vê hefteyê bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên jin û bi manşeta “Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin” derket.
Hejmara 130’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser rola rojnamegerên jin a di medyayê de û serdestiya zilaman a di çapemeniyê de.
Nivîsên di hejmara nû de ev in:
*Di aştiya civakî de rola medyayê û mînakên wê yên li cîhanê / Oznûr Deger
*Hilberandina naveroka bêjin a medyaya dijîtal xizmetê ji çi re dike? Nazlican Nûjîn Yildiz
*Di avakirina aştiyê de avakirina zimanê jinê ya di medyayê de / Semra Turan
*Pozîsyon û tevkariya rojnamegerên jin a di qada medyayê de / Hevpeyvîna bi Rozerîn Gultekînê re / Şukran Demîr
*Êzidî: Zarokên winda, jinên berxwedêr û edaletê hatiye jibîrkirin / Çîgdem Ertak
*Jinên pale / Aynûr Ulgen”