NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li Amed û Xarpêtê tev li meşa 1’ê Îlonê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bên avêtin.
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran bi tevlibûna deh hezaran kesan bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Welatiyên li Amed û Xarpêtê tev li meşan bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Her wiha xwestin ku îktîdar û dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên şênber biavêjin.