ŞIRNEX - Birîna daran a li Çiyayê Gabarê li deverên cuda didome. Hat zanîn ku ji ber bertekên gel ên li dijî qirkirina ekolojiyê, darên tên birîn li ser Sêrtê derbasî bajarên cuda tên kirin.
Talankirina xwezayê ya li Şirnexê zêdetirî 5 sal in bênavber didome. Qirkirina daran a li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê, niha li qadên cuda tê domandin. Hat zanîn ku cerdevan, li çolterê gundê Belcûnan ê navçeya Dihê ya Sêrtê ku dikeve quntarê Çiyayê Gabarê, bênavber daran dibirin. Darên hatine birîn li kêleka rêyê hatine komkirin û li ser Sêrtê derbasî bajarê cuda tên kirin.
Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê dê îro çalakî bên destpêkirin.