Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû

  • jin
  • 11:23 12 Kanûn 2025
  • |
img

COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Aliye Tîmur,  jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir, lê bêyî ku xeyala dîtina gorek ji bo kurê xwe pêk bîne, koça dawî kir. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna xeyalên wê têkoşîna xwe bidomînin.

 
Aliye Tîmur a ku di sala 1970’î de li gundê Dêrhergela ya navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bû, di temenê zarokatiyê de ji ber tundiya dewletê bizorê koç kir. Di salên 1980’î de ji ber ferzkirina cerdevaniyê ya dewletê malbata wê ji neçarî koçî Mersînê kir. Aliye Tîmur a ku dayika çar zarokan e, piştre li Colemêrgê bicih bû û jiyana xwe bi têkoşîna edalet, azadî û têkoşîna jinan derbas kir.   
 
Aliye Tîmur a ku li Colemêrgê di salên 2010’an de dest bi xebatên siyasî kir, di saziyên wek Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOHK), Kongreya Jinên Azad (KJA) de bi awayeke çalak xebitî. Herî dawî rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir û Meclisa Dayikên Aştiyê de xebitî. Aliye Tîmurê, li her kolan û taxên Colemêrgê bi germahiya dayikekê, bi hesta jinekê şopek xurt li ser jiyana hemû jinan hişt. Gelek dayik û jinên ku ji Aliyê Tîmurê bibandor bûn, di xebatên jinan û Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girtin. Rexmê hemû tundî û astengiyan dev ji têkoşînê berneda. Kurê wê yê Mazlûm ê ku ji xebatên dayika xwe bibandor bû tev li nava refên PKK’ê bû. Aliye Tîmurê di sala 2003’yan de li herêma Garê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Aliye Tîmur a ku cenazeyê kurê xwe bidest nexist, ji bo gorekî kurê wê çêbe têkoşiya. Dema ji bo serdana xizmên xwe çûbû Herêma Federe ya Kurdistanê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
 
Hevalên Aliye Tîmurê yên xebatê behsa têkoşîn û jiyana wê kir.
 
‘LI MALBATÊ GUHDAR NEDIKIR, BI ME RE TEV LI XEBATAN DIBÛ’
 
Dayika Aştiyê Sidika Kayayê, diyar kir ku Aliye Tîmur jineke têkoşer û fedekar bû û ev tişt got: “Dayika Aliye dilsoza dozê bû. Di doza xwe de jidil bû. Malbata wê nedixwest ku Aliye tev li xebatên partiyê bibe. Lêbelê wê li malbatê guhdar nedikir her tim bi me re bû. Di nava xebatên partiyê de, xebatên rêxistinkirinê de yê ciwanan de cih digirt. Beşdarî xebatên Dayikên Aştiyê dibû. Di vê dozê de pir dirust bû. Miroveka dilnizm, zîrek bû û ji têkoşînê hez dikir. Li ku derê jinek bidîta, diçû pê re subet dikir û rêxistin dikir. Em pir xemgîn in ji bo koça wê. Em ê her doza ku wê ji me re hiştiye bidomînin. Em ê her li ser doz û rêya wê bimeşin.”
 
XEYALA WÊ GORA KURÊ WÊ BÛ
 
Dayika Aştiyê Xwezeycan Kayayê, rave kir ku tekane xewna Aliye Tîmûrê tacîdarkirina têkoşînê bi aştiyê bû û wiha axivî: “Her tim wê dayik birêxistin dikir. Her tim li taxan civîn dikir û li gorî ruhê pêvajoyê tevdigeriya. Rojekî jî nesekinî, her tim digot ‘aştiyê pêk bê em ê bi hev re azad bin’. Em ê têkoşîna wê bidomînin.”
 
Dayika Aştiyê Remziye Akbulutê jî diyar kir ku Aliye Tîmurê, rexmê hemû polîtîkayên xirêj bi kedeke mezin tev li xebatan dibû û got: “Her tim digot ‘xwezaiya goreke kurê min heba û min serdana wê gorê bikira’.”
 
‘EM Ê XEYALA WÊ BICÎBÎNIN’
 
Hevala Aliye Tîmûrê Zubeyde Borê, anî ziman ku bi xebatên Aliye Tîmurê gelek jin tev li xebatan bûne û ev tişt got: “Bêyî sekin di nava xebatan de cih digirt û jin rêxistin dikir. Em ê xeyal û armancên wê pêk bînin û vê têkoşînê bidomînin.”
 
MA / Zeynep Durgut    

Sernavên din

16/12/2025
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN