Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe

AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser referansên Abdullah Ocalan ên têkildarî Îslamê û got: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke qedîm a vî welatî ye. Meseleyeke heqîqî ye. Divê her kes bi vê pirsgirêkê re hevrû bibe.”

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê, bi dirûşma “Ji Îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de wêneyên lîder û kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatin daliqandin. 
 
Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi xwendina Qur’anê domiya. Di destpêka kongreyê de Hevserokê Giştî yê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Mahmût Şik axivî û got ku ew li dijî pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin xwe berpirsyar hîs dikin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de em ê tişta ji dest tê bikin. Divê em Serok bi tenê nehêlin. Divê em yekitiyê ava bikin.” 
 
'DIVÊ EM MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreyê de anî ziman ku herêm, bi rewşên neyînî yên Îslama siyasî bi xwe re anîne rû bi rû ye û got: “Rêxistinên weke DAIŞ, El Nusra û El Qaîdeyê xwe di bin navê Îslama siyasî de li herêmê kiryarên nebaş kirin.  Li dijî van rêxistinan, divê xeta Îslama demokratîk were birêxistinkirin. Hz. Mihemed di Hedîs-î Şerîf de dibêje ‘Min zilm li nefsa xwe heram kiriye. Min ew li we jî heram kir. Wê demê zilmê li hevdu nekin.’ Banga birêz Abdullah Ocalan kiribû jî di çarçoveya vê hedîsê de ye. Armanca esasî ya misilmanan ew e ku edaletê di xwe de bidin destpêkirin û vê jî veguherînin edaleta civakî û bibin avakerên vê. 
 
Wekî di banga birêz Ocalan de jî tê fêmkirin, berpirsyartiyeke me ya wekî avakirina modernîteya demokratîk heye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke qedîm a vî welatî ye. Meseleyeke heqîqî ye. Divê her kes bi vê pirsgirêkê re hevrû bibe. Ne tenê hevrûbûn, divê were çareserkirin. Ji bo vê jî divê di vê pêvajoyê de gavên hiqûqî bên avêtin û verastkirinên qanûnî bibin. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Aştiya Tirkiyeyê dê ji bo xwişk-birayên me yên Sûriyeyê jî baş be. Xwişk-birayên me yên Elewî, Durzî tên qetilkirin. Xwişk-birayên me yên Kurd, bi modela pergala nenavendî re ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin in. Divê her kes vî şensî baş bi kar tîne.” 
 
'DIVÊ DEV JI MUDAXILEKIRINA CENAZE Û ŞÎNAN BERDIN’ 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan, komkujî û îstîsmarên li dijî zarokan, xizanî û birçîtiyê û wiha axivî: “Hz. Mihemed dibêje ‘Kesên dema cîranên wan birçî ew bi xwe têr radizên, ji me nînin.’ Ev gotin, behsa vê pergalê dike. Divê ev pergal teqez biguhere û misilman teqez li dijî zilmê serî rake. Divê her kes bikare bi zimanê xwe teatê xwe bike, divê Kurd bikarin bi Kurdî weazên xwe bidin. Divê li dijî miriyan rêzgir bin. Nahêlin em cenazeyên xwe li xaka xwe defin bikin. Dibêjin ‘terorîst e’ û nahêlin mela nimêja cenazeyê bikin û wesayîta cenazeyê nadin. Ev nayê qebûlkirin. Beriya her tiştekî divê rêzê ji bo miriyan bigirin. Di van rojên em li ser pêvajoya aştiyê diaxivin de em careke din banga terikandina mudaxileyên li dijî şînan dikin.” 
 
'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ MAF E’
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari hedîsa Hz. Mihemed a “Yên li dijî zilmê serî ranekin, ji ummeta min nînin” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana li dijî zilmê, daxwazkirina edalet, aştî, xwişk-biratî û jiyana azad, parastina xwezayê têkoşîneke heqiyê ye. Têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê dayika xwe rewa ye. Têkoşîna aştiyê, ya demokrasiyê heq e.” 
 
XWEST LI MISGEFTAN AŞTÎ WERE VEGOTIN
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo Tirkan, ola Îslamê biqasî xizmetê ji Tirkîtiyê re bike ji bo wan heye. Dema xizmetê ji vê re neke jî pêdiviyên wê bicih nayînin. Lê li Kurdistanê tiştekî wiha nîne. Niha nêzî 90 hezar mizgeft li Tirkiyeyê hene. Bi texmînî bi milyonan kes her roj diçin van mizgeftan. Li vî welatî ev saleke pêvajoyek heye; em dibêjin bila aştî çêbibe, azadî hebe, xwîn nerije û ev civak ji hev hez bike. Hewceye ev li ku derê bên gotin? Divê di mizgeftan de, di cemaetan de bên gotin. Lêbelê ev li wir nayên gotin.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Bayindir bal kişand ser tundiya il Kurdistanê tê jiyîn, komkujiyên malbat û ciwanan ên li dijî hev û axaftina xwe wiha qedand: “Mela, rûspî, şaredarî, siyasetmedar, dayik û em dikarin pêşiya vê bigirin.” 
 
Bayindir, kongre pîroz kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û got bila bibe wesîleya xêrê. 
 
Kongre, bi axaftinan domiya. 
 

Sernavên din

28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin