Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin

  • jin
  • 15:39 26 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êriş û heqaretên ku komekî nîjadperest ên alîgirên Bursaspor li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana dan destpêkirin, bi komên nîjadperest ên alîgirên Ankaragucu û Rîzesporê domand. Li gelek bajaran jinan li dijî êrişên zayendperest û heqaretên li Leyla Zana serlêdana sûc kirin.
 
Tevgerên jinan ên li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dijî êriş û heqaretên ku komekî nîjadperest ên alîgirên Bursasporê li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê dabû destpêkirin û bi komên nîjadperest ên alîgirên Ankaragucu û Rîzesporê hatibûn domandin, serlêdana sûc kirin.
 
RIHA
 
Platforma Jinan a Rihayê, beriya serlêdana sûc bi beşdariya pêkhateyên xwe ve daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî êrişên zayendperest û nîjadperest ên li hemberî Leyla Zanayê ne” hat hilgiritn û daxuyaniya ji aliyê endama platformê Dîcle Aksu ve hat xwendin. Dicle Aksu di daxuyaniyê de ev tişt got: “Em dizanin ku ev êrişên ku di dema pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku bûye sembolek polîtîk, hatine destpêkirin bi plan in. Ev êrişên ku li dijî Leyla Zana ya ku siyaseta Kurd temsîl dike, hewldana aştiyê dikin armanc. Herwiha ev êrişên sistematik bi awayeke rastarast nasnameya jinê dike hedef. Ev yek jî bi awayekî sistematik û tundiya mêr a li dijî jinê û zayendperestî tê kirin. Bi vî rengî bi deh hezaran mêr, li têkoşîna jina Kurd heqaret kirin.”  
 
Daxuyanî bi dirûşma “Leyla Zana ne bi tenê ye” bi dawî bû. Piştre jinan ji bo serlêdana sûc daxwaznameyên xwe radestî parêzerên Baroya Rihayê kirin. 
 
ÎZMÎR
 
Înisîyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ev serlana sûc e. Em li dijî êrişên nîjadeprest ên li hemeberî Leyla Zanayê ne” hat hilgiritn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî yekitiya jinan” hatin berzkirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Înisîyatîfê Kadriye Tutarê ve hat xwendin. Kadriye Tutarê diyar kir ku ev êriş di şexsê Leyla Zanayê de li têkoşîna jina Kurd hatiye kirin û ev tişt got: “Em ne tenê êrişan herwiha helwesta TFF’ê jî li dijî van êrişên cidî qebûl nakin. Em li hinda Leyla Zanayê ne û em radigîhînin ku em ê li dijî tundî û heqareta li jinan têbikoşin.”
 
Piştî daxuyaniyê jinan serlêdanên sûc kirin.
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê heye, li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî", "Bedena jinê ne qada şer e”, “Leyla Zana bi tenê nîne”, “Gozde Şeker bi tenê nîne” û “Bijî yekitiya jinan” hatin berzkirin. Endama înîsiyatîfê Leman Kîrazê da zanîn ku di serlêdana wan a sûc de îmzeya 116 rêxistinên jin û LGBTÎ’yan heye. Leman Kîrazê got ku êrişên li dijî Zanayê, lîderên partiyên nîjadperest jî di nav de ji hêla komekê ve bi parvekirinên marqeyeke gazozê ya ku Bursaspor sponsoriya wê dike tê domandin. 
 
Leman Kîrazê bi bîr xist ku TFF’ê ji ber çêr û heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin tenê 16 hezar TL cezayê pereyan biriye û got: “Heqaret sûc e. Biçûkxistina gelekî ya bi rêya êrişa ser beden û nasnameya jinekê sûc e. Nefret û cihêkarî sûc e. Divê kesên ev sûc kirine tavilê bên tespîtkirin û ji bo ev sûc careke din neyê dubarekirin, cezayên giran li van kuluban bên birîn. Divê hem kulub hem jî TFF, Wezareta Ciwan û Werzîşê vê mijarê bi awayekî cidî bixe rojeva xwe.” 
 
Leman Kîrazê got ku di şexsê Leyla Zanayê de heqaret li gelekî tê xwarin. Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, jin derbasî edliyeyê bûn û der heqê berpirsyaran de serlêdana sûc kir. 
 
WAN
 
Platforma Jinan a Wanê û Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî li Baroya Wanê daxuyanî dan. Daxuyanî, bi dirûşma "Em naxwazin êrişên zayendperest ên li dijî Leyla Zanayê weke amûra sorkirina şer bê bikaranîn" hat dayin. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryema Aslan di daxuyaniyê de axivî û got ku ew kesên li pişt van êrişan baş nas dikin. 
 
Meryema Aslanê xwest berpirsyarên van êrişan bên tespîtkirin û got ew der heqê van êrişan de serlêdana sûc dikin. Meryema Aslanê got ku ew bi Leyla Zanayê re ne û dê têkoşîna xwe bidomînin.  
 
Piştî daxuyaniyê, jin çûn edliyeyê û serlêdana sûc kir.

Sernavên din

28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin