Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike

  • rojane
  • 10:37 27 Kanûn 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Velî Encu yê ku birayê xwe Serhat Encu di komkujiya Roboskiyê de winda kir, diyar kir ku ew ji ber ku li Roboskiyê edalet pêk nehatiye bi hêrs in û Nazmî Encu yê ku birayê xwe Şerafettîn Encu winda kir got: "Tenê aştî dikare êşa me sivik bike."

 
Çardeh sal di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bûn ku zarok jî di nav de 34 kes li gundê Roboskî yê navçeya Qileban ya Şirnexê di 28'ê Kanûna  2011'an de ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê, bi hinceta "bi îhmalkariyê bûye sedema mirinê" lêpirsîn hat destpêkirin û biryara nepenîtiyê hat dayîn. Lê belê, di 11'ê Hezîrana 2013'an de, Serdozgeriya Giştî ya Amedê biryara "nebûna rayeyê" da û dosyeyê şand Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Giştî. Piştî ku îtîraza parêzeran a li dijî vê biryarê hat redkirin, dosyeya lêpirsînê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin. Di 7'ê Çileya 2014'an de, Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariyê der barê dosyaya lêpirsînê de biryara "tunebûna lêpirsînê" da û îdia kir ku "Hêzên Çekdar ên Tirk ne sûcdar in." Ji ber ku piştî redkirina serlêdanê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve, rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn, 281 kesan ku ji xizmên 34 qurbaniyan pêk dihatin, di 23'yê Tebaxa 2016'an de serlêdanên takekesî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin. Lêbelê, ev serlêdan di 17'ê Gulana 2018'an de bi hinceta "belgeyên winda" hat redkirin. Tevî salên ku derbas bûne jî, hê kesek wekî berpirsiyarê komkujiyê nehatiye darizandin û di heman demê de malbatên ku li edaletê digerin hatin darizandin, cezakirin û girtin.
 
Li Roboskiyê ku edalet lê nehatiye bicihanîn, ne kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ne jî bûyerên ku qewimîne hatine jibîrkirin. Sibê, bîranîna salvegera komkujiyê ye ku dê li goristana Roboskî ji bo bîranîna kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bê lidarxistin, dê careke din bi daxwaza edaletê pêk were. Tê payîn ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bibin. Di salvegera 14'an a komkujiyê de, malbatên ku xizmên xwe winda kirine û ji bo edaletê têdikoşin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re li ser tiştên qewimîn axivîn.
 
‘DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
 
Serokê Komeleya Roboskiyê (ku bi biryarnameya di hukmê qanûnê de hat girtin-KHK) Velî Encu ku ji bo birayê xwe Serhat Encu û 33 kesên din ên hatin qetilkirin, têdikoşe heta niha bi dehan doz lê hatine vekirin. Di 24'ê Gulana 2019'an de, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Encu piştî 4 sal cezayê girtîgehê, di sala 2023'yan de serbest hat berdan. Encu diyar kir ku tevî salên di ser komkujiyê re derbas bûne jî, êşa wan wekî roja yekem teze ye û got: "Em bihêrs in. Sedema vê yekê ew e ku daxwaza me ya edaletê nehatiye bicîhanîn. Berê, desthilatê hin soz dabûn me û ev soz nehatibûn bicihanîn. Min bi xwe wê demê bi Erdogan re axivî û hin soz hatin dayîn, lê nehatibûn bicihanîn. 34 kes ji aliyê balafirên şer ve bi hovane hatin kuştin. Di salên ku derbas bûne de, ji bo aramkirina wijdanê malbatan tu gav nehatine avêtin. Berpirsiyar nehatine darizandin."
 
‘EM AŞTIYÊ JI ROBOSKIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'
 
Encu behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin kir û got: "Dema ku me ji bo Roboskiyêê edaletê dixwest, me her tim daxwaza xwe ya aştiyê aniye ziman. Em wekî malbat bi dil û can Pêvajoya Aştî û Demokratîk dipejirînin. Em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Her çend Kurd gavên pêwîst bavêjin jî, dewlet naavêje. Ji aliyekî ve behsa aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî dixwazin qetlîameke mîna Roboskiyê veşêrin. Divê dewlet bi rabirdûya xwe re rûbirû bibe. Divê qetlîama Roboskiyê li ser refikên tozî neyê hiştin. Bêyî edalet û aştiyê ji bo Roboskiyê, ne mimkûn e ku aştî û edalet were Tirkiyeyê. Werin em ji Roboskiyê dest bi avakirina aştiyê bikin. Sibê, di bîranîna li goristanê de, em ê careke din daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman. Em ê careke din biqîrin ku em nikarin dev ji têkoşîna xwe berdin. Em dixwazin sibê her kesî li cem xwe bibînin."
 
Semîre Encu ku kurê xwe yê 21 salî Selam Encu, xwendekarê pola sêyemîn ê Endezyariya Înşeatê, di komkujiyê de winda kir, destnîşan kir ku ger berpirsiyarên komkujiya Roboskiyê hesab bidana, gelek komkujiyên din çênedibûn. Semîre Encuyê got: "Ji Roboskîyê vir ve gelek komkujî çêbû-n. Roboskî dê qet neyê jibîrkirin. Ew hemû xwendekar bûn. Ez ne tenê dêya Selam im, diya 34 ciwanan im. Heta ku ez bijîm ez ê qet ji bîr nekim. Her çend 14 salên din jî derbas bibin, em ê ji bîr nekin. Em ê heta dawiyê dev ji şopandina sûcdaran bernedin. Em spasiya gelê Kurd dikin ku di vê demê de me bi tenê nehiştin. Pêvajoyek heye û em, wekî malbat, bi dil û can piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Em ji pêvajoyê pir kêfxweş in, lê baweriya me bi AKP û CHP'ê tune. Em ji bo aştiyê hêvîdar in û em ji xwe bawer in. Sibê em ê careke din li goristanê bin. Em heta îro bi tenê nebûn û em naxwazin di pêşerojê de bi tenê bimînin. Bila yên ku hatine kuştin neyên jibîrkirin. Ger ez her tiştê ku me jiyan kiriye ji we re vebêjim, hevpeyvînek têrê nake." 
 
Nazmî Encû ku birayê xwe yê 12 salî Şerafettîn Encu, xwendekarê lîseyê, di komkujiyê de winda kir, got: "Sûcdar hatin veşartin. Dewletê got 'FETO kir.' Yên ku hatin kuştin dê qet neyên jibîrkirin. Birayê min 12 salî bû û xeyalên wî hebûn. Lê ew berî ku lîseyê biqedîne hat kuştin. Em 14 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Tenê aştî dikare êşa me sivik bike. Ger aştî û aramî hebe, wê hingê em ê kêfxweş bibin. Em dixwazin tiştên baş biqewimin. Zarokên me hatin kuştin; bila zarokên tu kesî neyên kuştin. Ji bo vê yekê, divê dewlet gavên berbiçav bavêje."
 
MA / Emrûllah Acar 

Sernavên din

28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin