AMED - Hevserokê MED-TUHAD FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê bandorekî erênî li girtîgehan nekiriye û got: "Di vê pêvajoyê de pêwîst bû ruhê pêvajoyê li girtîgehan bandor bikira, lêbelê rewş ne li gorî ruhê pêvajoyê ye."
Girtîgehên ku di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê de dihat payîn ku binpêkirinên mafan lê kêm bibin, berevajî vê yekê, bi zêdebûna binpêkirinan dikevin rojeva parêzvanên mafan. Hevserokê Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat anî ziman ku: "Ruhê pêvajoyê li girtîgehan nayê hîskirin, rewşekî berevajî vê heye."
Canpolat destnîşan kir ku bi pêvajoyê re bendewariya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbûye, lê tecrîda Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û ev tişt got: "Tecrîda li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan heye. Ev tecrîd li seranserê civakê jî berdewam dike."
'HESTA KU BAŞBÛNEK HEYE ŞAŞ E'
Canpolat bal kişand ser binpêkirinên giran ên li girtîgehan û wiha pê de çû: "Bi pêvajoya aştiyê re nêrînekî giştî çêbûye. Tê hetskirin ku li girtîgehan başbûnek heye, lê ev hest şaş e. Li Girtîgeha Erzînganê li dijî malbatên girtiyan sepana lêgerîna tazî û bêrûmet hene. Li Aksarayê tehliye 4 caran hatine astengkirin, li Edeneyê girtî ji mafê tedawiyê bêpar tên hiştin, li Dumluya Erziromê nêzikatiyên derveyî mirovahiyê hene û li Xarpêtê jî gefên wekî 'heke pêvajo bi dawî bibe em ê hesab ji we bipirsin' li girtiyan tên xwarin. Li Sîncanê jî girtiyên jin ên ku cezayê wan qediya ye, nayên berdan. Bi giştî li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê sepanên bi vî rengî hene."
BINPÊKIRIN ZÊDE BÛNE
Canpolat anî ziman ku piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê binpêkirinên li girtîgehan hîn bêtir zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî piştî pêvajoyê ev rewş hîn diyar bû. Diviyabû bandora erênî ya pêvajoyê li girtîgehan bikira, lê berovajî wê bû. Em sedema van hemûyan bi çaresernebûna pirsgrêka Kurd û rewşa rêzdar Abdullah Ocalan ve girê didin. Em bang dikin ku dawî li vê tecrîdê û nêzikatiyên derveyî mirovahiyê bînin."
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Canpolat rave kir ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne û got: "Daxwaza me ji dewletê û Wezîrê Dadê ew e ku girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Lewra nêzî 100 girtiyên siyasî hene ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Berdana van girtiyan dê ji bo pêvajoyê bibe gaveke girîng."
MAFÊ HÊVIYÊ
Kerem Canpolat bang kir ku biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Abdullah Ocalan were bicihanîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di nav civakê de gumanek heye. Dewlet bi sedsalan e sozên dide bi cih nayîne. Dewletê heta niha gaveke şênber neavetiye. PKK'ê çalakiya çekberdanê pêk anî, PKK'ê xwe fesix kir, hêzên xwe vekişand; em dikarin bi dehan mînakan bidin. Niha dora gavan a dewletê ye û divê dewlet tavilê gavên pêwîst biavêje."
MA / Fethî Balaban
