Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir

  • jin
  • 16:06 30 Hezîran 2025
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, ji bo rakirina astengiyên li pêşiya aştiyê û avakirina komîsyonê li Meclisê dê di 8’ê Tîrmehê de li pêşiya Meclisê daxuyaniyê bide. Endama înîsiyatîfê Latîfe Kahya banga tevlibûnê kir. 
 
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye têkildarî meş û daxuyaniya ku dê di 8’ê Tîrmehê de li Enqereyê bên lidarxistin, li Yekitiya Mulkiyeyiyan daxuyanî da. Endama înîsiyatîfê Latîfe Demîrcî Kahya di daxuyaniyê de got ku jin ji salên 90’î heta niha li dijî polîtîkayên şer, aştiyê diparêzin. 
 
Latîfe Demîrcî Kahya, bi domdarî da zanîn ku ji zêdetirî ji sedî 10’ê budçeya welat ji bo çek, operasyon, ewlehiyê tê veqetandin, operasyonên li derveyî sînor didomin, Kurdî hêj jî di xizmetên cemaweriyê de tune tê hesibandin û got ku ew li dijî vê pergala şer îtîrazê dikin.”
 
DAXWAZ 
 
Latîfe Demîrcî Kahya daxwazên xwe wiha rêz kir: 
 
“*Bila siyaset êdî weke sûc neyê dîtin, qanûnên mîna Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê bên rakirin, girtiyên siyasî bên berdan, biryarên DMME û AYM’ê bên cîbicîkirin, bila hiqûq li gorî îktîdarê neyê guherandin û kesên aştîxwaz neyên bêdengkirin. 
 
*Operasyonên derveyî sînor, herêmên ewlehiya taybet û birina leşkeran a li wan herêman bidin sekinandin. Aştî, bi gundên veguherandina qereqolan û di bin siya quleyên leşkerî de nabe. Nabe ku dibistan, nexweşxane û qadên jiyana me bikin cihên leşkerî. Çavkaniyên cemaweriyê ne ji bo çekan lê ji bo tenduristî, perwerde û wekheviyê xerc bikin. 
 
*Sepana tayînkirina qeyûman bi dawî bikin û îradeya gel nas bikin. KHK’ên di serdema OHAL’ê de betal bikin. Qadên şaredariyan, saziyên jinan ên hatine xespkirin, budçeya wan bila paşve bên dayin. Mafê gotin û biryarê yê jinan divê bi rejîma qeyûman neyê tunekirin.” 
 
DI 8’Ê TÎRMEHÊ DE LI ENQEREYÊ NE
 
Latîfe Demîrcî Kahya, destnîşan kir ku ev gav dikarin pêşiya aştiyê vekin, ew ê dev ji van daxwazên xwe bernedin û got: “Ji bo van daxwazên xwe bînin ziman, em ê di 8’ê Tîrmehê saet di 10.00’ê de li Guvenpark a Enqereyê werin gel hev. Em banga tevlibûnê têkoşîna aştiyê li hemû jinan dikin.”