ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:01 15 Gulan 2025
  • |
img
* Li Hezexê jinên koçer çanda kevnare ya çîtê dide jiyîn. Jinên ku bi salane vê çandê didomînin, dibêjin: “Em ê vê çandê nedin jibîrkirin.”
 
* Îffet Zugurlî ku şahidiya kongreya damezirandina PKK’ê kiribû, diyar kir ku bi kongreya ewil re gelê Kurd şiyar bû û bi kongreya dawî re dê bi xwe re aştiyê bîne û got: “Ez dixwazim Serok Apo dîsa li vir, li mala me, li Deşta Fîsê bibe mêvanê me.”
 
*Hevalên Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku jiyana xwe ji dest dabû, gotin: “Hestreta wî, aştiya vî welatî bû.” 
 
* Dadgeha Îstînafê, ji bo rojnameger Îsmaîl Çoban ku ji ber agahnameya rêveberiya girtîgehê desteser kiribû 10 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, biryara beraetê da. 
 
* Endama Meclisa DÎB'ê Nesteren Davutoglû diyar kir ku ji bo aştiyê roleke mezin dikeve ser milê dewletê û got: “Bêyî ku em li benda dewletê bisekinin, divê her kes zimanê aştiyê bikar bîne.” 
 
* Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz diyar kir ku wargeha wan 36 roj in di bin ambargoya hikûmeta Iraqê de ye û got: “Biryar, li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye dayin. Binpêkirina qanûnan  e û heke neyê rakirin, em ê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.” 
 
* Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Remzî Kaymak û Serokê SP’ê ya Amedê Abdurrahman Ergîn diyar kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mafên destûra bingehîn ên Kurdan bên naskirin. 
 
* Welatiyên Wanî gotin ku divê hikûmet û dewlet gavan biavêje û gotin: “Divê êdî mafên Kurdan bên dayin.” 
 
* Danişîna doza 20 rojnamegerên negirtî tên darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)
 
* Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li Tuzluçayir a Enqereyê û gelek bajaran bîranîn bên lidarxistin. (11.00-17.00)
 
* Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin. (18.00)