Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin

  • rojane
  • 13:55 13 Tîrmeh 2025
  • |
img
ENQERE - Li Enqereyê di sîteyeke 26 qat de şewat derket û yek jê pitik bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn. 
 
Li taxa Alacaatli ya navçeya Çankaya ya Enqereyê di qata 4’emîn a avahiyeke 26 qatî de şevê din şewat derket. Hat îdiakirin ku şewat ji ber xetên ceyranê derketiye. Li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de pitikeke 3 meh û nîvî jî di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 jê xebatkarên agirkujiyê bi giştî 39 kes jî ji şewatê bibandor bûn. Şewat, piştî mudaxileya 4 saetan hate vemirandin. Hat zanîn ku kesekê rewşa wî giran rakirin nexweşxaneyê.