Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn

  • rojane
  • 16:45 13 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Pirsûsê dê “Şeva Edaletê” were lidarxistin û kesên hatin qetilkirin bên bibîranîn. 
 
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê, “Şeva Edaletê” li dar bixe. Bîranîn, dê di 17’ê Tîrmehê de li Eywana Dawetan a Labellayê ya li Semta Okmeydaniyê ya navçeya Kagithane ya Stenbolê bê lidarxistin. Li bendê ye ku bîranîn bi girseyî bê lidarxistin. 
 
Di bîranînê de dê Grup Vardiya û Koma Vejîn jî bi stranên xwe cih bigirin. Her wiha dê di “Şeva Edaletê” de torena plaketê jî bê lidarxistin.