Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin

  • rojane
  • 14:26 14 Tebax 2025
  • |

AMED - Muzaffer Akengîn ku piştî 32 salan hate berdan, li bajarê xwe Amedê bi tililî û dirûşman hate pêşwazîkirin. 

 
Muzaffer Akengîn (56) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 32 salan duh hatibû tehliyekirin. Akengîn, vegeriya xaka xwe Amedê û li balafirgehê ji hêla malbata xwe û gelek kesan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. 
 
Akengîn, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin. Akengîn li vir axaftineke kin kir û got: “Gelek hevalên tehliyeyên wan hatine taloqkirin hene. Di serî de girtiyên nexweş û yên tehliyeyên wan hatine taloqkirin, ji bo azadiya tevahiya girtiyên siyasî divê partiyên siyasî û hemû sazî berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bînin.” 
 
Piştre jî Akengîn derbasî mala malbata xwe ya li navenda Amedê bû. 
 
Akengîn, dê sibe li Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê ziyaretan qebûl bike. 
 
MUZAFFER AKENGÎN KÎ YE?    
 
Muzaffer Akengîn (56) di sala 1993’yan de li Enqereyê hate binçavkirin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Diviyabû Akengîn di 13’ê Mijdara 2023’yan de bihata berdan lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta cezayên disiplînê tehliyeya wî asteng kir. 
 
Akengîn, piştî 32 salan duh hate berdan.