'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'

  • rojane
  • 09:09 15 Tebax 2025
  • |

ÊLIH - Nûnera Platforma Şiyar Be! ya Êlihê Gulbahar Kaya diyar kir ku ew ê nexşeya cihên ku tiryak lê tê bikaranîn çêbikin û got: "Divê em şiyar bibin." 

 
Madde kullanımının 9 yaşına kadar düştüğü Kürdistan'da artan fuhuş ve uyuşturucuya karşı Amed'de 26 Nisan'da Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê /Farkına Var! Uyuşturucuyla Mücadele Platformu kuruldu. Platform, 2 Ağustos'ta da Êlih'te temsilcilik açtı.
 
Li Kurdistanê ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye heta 9 saliyê, "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" di 26'ê Nîsanê de li Amedê hat avakirin da ku li dijî zêdebûna fuhuş û tiryakê bitêkoşe. Platformê di 2'yê Tebaxê de li Êlihê jî nûnertiyek vekir.
 
 
Nûnera platformê ya Êlihê Gulbahar Kayayê diyar kir ku ew ê ji bo lêkolînê komîsyonan ava bikin û bi taybetî ji bo analîzkirina qadê dê bi komîsyona hiqûqê re bixebitin. Gulbahar Kayayê anî ziman ku ew ê nexşeya deverên bajêr ên ku bikaranîna tiryakê herî zêde lê belav e çêbikin û got: "Wekî Şiyar Be!, em ê çalakiyên hişyarkirinê li dar bixin da ku alîkariya nifşek din bikin ku berî têkeve nava pençikên tiryakê. Ev ê bibe platformek ji bo şiyarbûn, hişyarkirina zêdetir û xurtkirina vîzyon û wêrekiya veguherînê, têkoşîneke kolektîf bi hemû rêxistinên civaka sivîl re."
 
Gulbahar Kayayê dest nîşan kir ku her devereke bajêr bûye cihê sûc û got: "Em bawer dikin ku tevdîrên ewlehiyê tenê ji bo bûyerên siyasî tên kirin, ew mijarên wekî bazirganiya tiryakê paşguh dikin."
 
Gulbahar Kayayê destnîşan kir ku li her kolaneke Êlihê gava lastîkek bê şewitandin, panzer û TOMA li cihê bûyerê ne û got: "Agahiyên me hene ku li heman taxê li dijî tiryakfiroşan tu tevdîr nayên girtin û di gerên ewlehiya giştî de jî ew nayên dîtin. Em bi zelalî dibînin ku ev bûyer zêde dibin, nemaze li bajarên kurdan. An jî ev firotin ji kê re tê kirin? Kî wan dikire? Ez difikirim ku ev pirsa herî eşkere ye. Mixabin, kesên ku van maddeyan dikirin zarokên me ne. Bi taybetî di heyama kamilbûnê ku kes xwe nas dike, bi rihetî xwegihandina tiryakê înfialeke civakî diafirîne." 
 
Gulbahar Kayayê got ku tê xwestin ku nifşekî ku di demên herî enerjîk ên jiyana xwe de bêhest be û nefikire bê afirandin. 
 
KONSEPTEKE NÛ YA ŞERÊ TAYBET E 
 
Gulbahar Kayayê diyar kir ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 salan û got: "Ji ber vê yekê, bazirganiya tiryakê heta li ber dibistanên seretayî jî tê kirin. Êlih bajarekî xwedî dîrokeke siyasî ye û çîrokeke wê ye. Ji damezrandina xwe ve, gelek konseptên şerê taybet lê hatine sepandin. Di salên 90'î de nifşekî winda hebû. Ciwanên me hebûn ku di kuştinên nediyar de winda bûn û jiyana xwe ji dest dan. Lê em di salên 2020'î de ne û konseptek şerê nû di dewrê de ye. Ciwanên me niha ber bi kuştina civakî ve tên birêkirin. Ango bêyî ku rasterast çekê bispêrin mirovan, tiryakê didin wan, wan neçar dikin ku xwe tune bikin."
 
Gulbahar Kayayê anî ziman ku armanca Platforma Şiyar Be! îlankirina seferberiyeke civakî û têkoşîna li dijî zêdebûna fuhûş û tiryakê ye li bajêr û got: "Ev ne pirsgirêkek e ku meriv jê şerm bike, ev pirsgirêkek e ku divê em çareser bikin."
 
MA / Ozan Bayindir