DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?

  • rojane
  • 11:48 15 Tebax 2025
  • |
img
ENQERE - Wekîlên DEM Partiyê erişa polîsan a li dijî cenazeyê Ferhat Tunç weke “êrişeke li dijî rûmeta mirovahiyê” pênasekirin û gotin ku êrişên li dijî mafê şîngirtinê yê gel, zirarê didin hewldanên aştiyê.  
 
Wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Ayşegul Dogan û Zekî Îrmez, têkildarî êrişa polîsan a li dijî cenazeyê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ê HPG’î ku di 30’ê Hezîrana 2017’an de li herêma Çiyayê Herekolê yê navçeya Berwarî yê Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku cenazeyê Tunç piştî 8 salan anîn warê wî navçeya Cizîrê ya Şirnex û di dema definkirina cenazeyê de polîsan êriş kirine û girse dorpêç kiriye. 
 
‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tiştên li Goristana Asrî ya Cizîrê qewimîn, nîşaneya têkçûna hiqûq, exlaq û wijdanê ya li Tirkiyeyê ye û wiha hate gotin: “Li pêşiya kesên dixwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin berîqet hatin danîn, hêzên ewlekariyê mudaxile kirin û ji ber şînê deriyên mizgeftên li Cizîrê hatin girtin. Rêwîtiya dawî ya mirovekî, bi destê dewletê û bi zextê hate astengkirin. Ev yek ne tenê bêhiqûqtiyeke, di heman demê de êrişeke yekser a li dijî wecîbeyên olî, kevneşopiya civakê û rûmeta mirovahiyê ye.” 
 
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku êrişa li goristanê hatiye kirin, li dijî bawerî, kevneşopî, exlaq û wijdanê ye û wiha hate gotin: “Mafê definkirinê yê her mirovekî heye. Her êrişa li dijî mafê şîngirtinê yê gel, di heman demê de zirardayîna hewldanên ji bo aştiyê ye.” 
 
Wekîlên Şirnexê, di heman demê de ji bo Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bibersivîne, pêşnûmepirsek dan Serokatiya Meclisê. 
 
Di pêşnûmepirsê de wekîlan xwestin Yilmaz van pirsan bibersivîne: 
 
“*Ev mudaxileya derhiqûqî bi fermana kê hatiye kirin? 
 
*Astengkirina karûbarên definkirinê di kîjan qanûn û wijdanê de heye? 
 
*Gelo der heqê berpirsyaran de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke nehatibe destpêkirin, wê demê ev sepane bi awayekî fiîlî tên erêkirin?”