DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran

  • rojane
  • 12:28 15 Tebax 2025
  • |
img

MÊRDÎN - DEDAŞ’ê li Dêrikê tevî leşkeran bi ser gundan de girt û dest danî ser trafoyên cotkaran. 

 
Îro di danê sibehê de komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) û leşkeran bi ser gundê Kizileyşanê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de girtin. Serdegirtin, bi îdiayên “deynên ceyranê” û “ceyrana qaçax” hate kirin. Di serdegirtinê de ekîban de danîn ser trafoyên cotkaran. Li gorî agahiyên li ber dest, li gund 6 traf hatine desteserkirin û di navbera leşkeran û şêniyên gund de rageşî derket. 
 
Cotkaran gotin ku garis çandine û bi desteserkirina trafoyan re dê nekarin berhemên xwe av bidin. Cotkaran, anî ziman ku rastî zilma DEDAŞ’ê tên û dê li dijî vê têbikoşin.