Tedawiya rojnameger Aykol didome

  • rojane
  • 16:54 25 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a di beşa çavdêriya awarte de didome. Hat zanîn ku tu guhertin di rewşa Aykol de nînin. 
 
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Di 14’ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê Aykol û rakiribûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê Aykol. Tedawiya Aykol a di beşa çavdêriya awarte de duh meh û yanzdeh roj in didome. 
 
Bijîşkan got ku di rewşa Aykol de tu guhertin nînin û tedawiyê wî bi antîbiyotîkan didomînin.