Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin

  • rojane
  • 16:55 25 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Şîna ji bo Nîhal Ay ku li Amedê hate danîn bi girseyî hat ziyaretkirin. 

 
Ji bo Nîhal Ay (Sîdar Andok) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, li Mala Şînê ya Çermûgiyan a li Taxa Bagcilar a Amedê şîn hate danîn. Şîna Nîhal Ayê, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. 
 
Endama Lijneya Rêveber a MEBYA-DER’ê Meryem Soylu di şînê de got: “Em çiqas jî hewl bidin em ê nekarin heqê keda wan bidin. Divê em xwedî li keda wan derkevin.”